Li bakurê Sûriyê demokrasî bi ser ket

0
19

Pêkhateyên bakurê Sûriyê yên li sê herêman çûn ser sandoqan û dengê xwe bikaranîn. Welatiyên ku dengên xwe dan kêfxweşiya xwa anîn ziman û diyar kirin ku ew cara yekê bi rengekî demokratîk dengên xwe didin û hêvî kirin ku ev gav bibe bingeha avakirina Sûriyeke Demokratîk.

Li bakurê Sûriyê bi sed hezaran hilbijêr yên ji hemû pêkhateyan çûn ser sandoqan û nûnerên xwe hilbijartin.
1’ê Kanûnê 2017 ji bo gelên bakurê Sûriyê rojeke dîrokî bû. Gelên ji hemû pêkhateyên bakurê Sûriyê çûn ser sandoqan û nûnerên xwe hilbijartin. Ji bo dengdayînê li Herêma Firatê 254, li herêma Efrînê 199 û li herêma Cizîrê jî 838 bi giştî 1,291 navendên hilbijartinê hatin amadekirin û gel dengên xwe lê bikaranîn.
Dengdayînê sibê saet 8’an dest pê kir heta 8’ê êvarê dewam kir. Li sê herêmên Federal yên bakurê Sûriyê hilbijêrên Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryan, Çerkez, Asûr di saetên sibehê de berê xwe dan navendên hilbijartinan û dengê xwe bikaranîn. Herwiha şandeyên çavder ku ji derve hatibûn jî hilbijartin şopandin.
Welatiyên ku bi coş û heyecanek mezin dengê xwe bikaranîn kêfxweşiya xwe anîn ziman û diyar kirin ku di dîroka Sûriyê de ew cara yekê ye bi vî rengî dengê xwe bikar tînin. Welatiyên ku dengê xwe bikarnîn gotin, “Ev gav ji bo demokratîkkirina Sûriyê gaveke girîng e. Bi salan me li Sûriyê tiştekî wiha nedîtibû. Ev bi vê rojê gelek kêfxweş û serbilindin.”
Her wiha rayedarên bakurê Sûriyê û nûnerên partî û rêxistinên bakurê Sûriyê jî dengê xwe bikar anîn.
Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediya Yûsif ku li dibistana Îbrahîm Henano ya bajarê Qamişlo dengê xwe bikaranî diyar ku hilbijartin di astmosfêreke demokratîk de pêk hat û pêşbirkeke xurt di navbera lîsteyên hilbijartinan pêk hat.”
Hediya Yûsif wiha got; “Qonaxa yekemîn a hilbijartinên komînan bi serkeftî derbas bû. Niha jî qonaxa duyemîn hat kirin, ev hilbijartin ji bo sîstema demokratîkbûyînê xwedî girîngiyeke mezin e.”
Hediya Yûsif hilbijartinên federaliyê weke rojeke girîng di dîroka Sûriyê de bi nav kir û anî ziman ku yekemîn car gel bi îradeya xwe dengê xwe bikar anî û destnîşan kir ku hilbijartin di atmosfêreke demokrastîk de pêk hat.”
WÊ SÎSTEMA DEMOKRATÎK BI SERKEVE
Rêveberên Partiya Demokratîk a Kurd a Sûriye û Partiya Komînîst a Kurdistanê diyar kirin ku hilbijartin serkeftî pêk hatin û destnîşan kirin bi hilbijartinan sîstema demokratîk bi ser dikeve.
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd a Sûriyê Fethullah Hiso jî dengê xwe bikaranî û diyar kir ku serkeftina hilbijartinan û beşdariya gel a bi coş û heyecan, serkeftina sîstema Fedraliya Demokratîk nîşan dide.
CARA YEKEM NÛNERÊ XWE HILBIJART
Berpirsê Partiya Asûrî ya Demokratîk a Sûriyê Wayîl Mîrza jî ku li bajarê Til Temirê dengê xwe bikar anî da zanîn ku ew wekî Asûrî beşdarî hilbijartinên dîrokî bûne û diyar kir ku gel cara yekê ye bi xwe nûnerê xwe hildibijêr e.
Mîrza wiha got, “Di tecrûbeyeke nû li Sûriyê de, em beşdarî hilbijartinên dîrokî bûne. Cara yekê ye ku gel bi xwe nûnerên xwe hildibijêre. Tişta ku em li Sûriyê dixwazin jî ev e.”
Wayîl Mîrza bal kişand ser “Lîsteya Netewa Demokratîk” ku ew jî cihê xwe di nav de digrin û got, “Ev lîste lîsteya biratiya gelan e. Hemû pêkhate di nav de cihê xwe digrin.”
GEL BI AZAD NÛNERÊN
XWE HILBIJARTIN
Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen jî li dibistana Canhecar a Taxa Salihiyê ya Hesekê ku xwendina xwe ya seretayî lê xwendiye dengê xwe bikar anî.
Şahoz Hesen derbarê hilbijartinan de diyar kir ku ev hilbijartin vîna gel a azad derdixin pêş û got: “Gelê ku bi vîna xwe meclîsên xwe ava kirin, îro bi azad nûnerên xwe hilbijartin.”..ANHA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*