16 milyon û 500 hezar lître mazot hatiye belavkirin

0
11

Komîteya Sotemeniyê ya bajarê Qamişlo 16 milyon û 500 hezar lîtreyên mazotê li welatiyan belavkirin û xebatên belavkirina sotemeniyê hê jî berdewam e.

Hevseroka Komîteya Sotemeniya Bajarê Qamişlo Reca Ismayîl diyar kir ku wan bi rast hatina zivistanê ta niha 16 milyon û 500 hezar lître mazot li Komîn û Meclisan belav kirin û hîn jî xebatên belavkarî berdewame.
Hevseroka Komîteya Sotemeniya Bajarê Qamişlo Reca Ismaîl derbarê belavkirina mazotê de anî ziman ku wan bi armanca rêxistinkirina belavkariya mazotê du komîte avakirin. Reca wiha got: “her komîte ji 7 kesan pêk tê, li aliyê Xerbî û Şerqî bi alîkariya komîteya Ekolojiyê û Hevserokên komîna ev du mehin dest bi xebatên belavkirinê kirine.”
Reca diyar kir ku di Eyaleta Qamişlo de 16 milyon û 500 hezar Lîtir mazot li Meclis û Komînan hatiye belavkirin û wiha domand: “Komîtên balavkirinê serdana me dikin û li gorî pêwîstiya komînê mazotê dibin. Paşê radestî komînê dibe û hevserokê komînê li gorî malan û welatiyan mazotê belav dike. lîtreya mazotê 42 Lîreyên Sûriyê ye. Her malek 2 bermîlan dibe.”
Reca dest nîşan kir ku Meclsa Kornîş 5 milyon lître mazot lê hatiye belavkirin û hîn belavkirin berdewame. Reca wiha berdewam kir: “Taxa Cûdî nêzî 3 milyon lître mazot hatiye belavkirin û 4 komîn mane. aliyê Şerqî bi giştî 8 milyon û 500 hezar lître, Hilêliyê û Xerbî jî 3 milyon û 600 hezar lître mazot li welatiyan hatiye belavkirina û hîn 10 hezar lître maye.”
Hevseroka Rêveberiya Sotemeniya Bajarê Qamişlo Reca Ismaîl di dawî de ev tişt anî ziman: “wek taxên El Tey û Zinûd, ji ber ku komînên wan hîn nehatine avakirin, em di riya Meclisa Kornîş re mazotê li wan belav dikin.”
Welatiya bi navê Esma Ebdê li ser belavkirina mazotê wiha got: “Em spasiya komînê dikin ji ber ku wan bi rengekî rêxistin kirî û wekhev mazot belav kirin. Her wiha bi buhayekî kêm û bi alîkariyekî baş jî ji bo malên xizana jî hate kirin.”
Endamê belavkariya mazotê yê komîna Ş.Lewend Nezîr Silêman diyar kir ku ev du mehin wan dest bi belavkariya mazotê kirine û wiha got: “Bi nêzîkbûna demsala zivistanê me wek komîn û bi alîkariya sotemeniyê mazot bi rengekî rêxistinkirî û li gorî hewcehîyên gel belav kir.”

Ferîşte NEZÎR

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*