Rusya û Tirkiyê, kijan yê din bi kar tîne!

0
14

Pêşketinên ku li herêmê jiyan dikin, civakê dixe nava fikaran. Li aliyekî civînên mîna Cinêv 8 tê lidarxistin û bê encam bidawî dibin. Li aliyekî din, Emerkîka û Rusiya daxiyanî didin ku wê hêzên xwe yên serbazî ji Sûrî kêm bikin, lê di heman demê de, Çîn ku ev 7 salin bê dengiya xwe parastiye, li ser zimanê wezîrê parastinê diyar kir ku keştiyên wê yên şer û serbaz giştine kendava Tartûsa Deriya Spî.
Ev pêşketin hemû dide diyar kirin ku qirîza Sûrî wê domdirêj be.
Di vê hingamê de, Turkiyê Stiratejîya xwe li Sûrî li ser du lingan dide meşandin. Lingê yekemîn, misogerkirina destkeftiyên xwe li bakurê Helebêye, li Ezaz, Marih, Rahî, Carabuls û Babê mayendekirina hebûna xwe.
Ji ber vê yekê Turkiyê di wê hizrê de ye, çendî dijitiya serkeftinê gelê Kurd bike, wê mafê xwe di bakurê Sûrî de misoger bike.ji ber vê yekê tehîtîd û gefên rêjîma Turkiyê li ser Efrînê bidawi nabe. Bi gotinek dijminahiya Kurd, li hember sedeqeta bi Cebhet El Nsura û El Zenkî re.
Li ser vê bingehî Turkiyê hem îtîfaqan bi komên weke Desteya tehîr, El Şam, El Nusra, Zenkî û DAİŞ re pêş dixe û dostaniya xwe li ser tunekirina wan koman bi İran, Sûrî, iraq û Rusiya re di nava îtîfaqan de ye.
Lingê duyemîn ya Stiratejiya Turkiyê, xwe di İdlîb de bi cih kirin û xwe nêzî helebê kirin e. Ji ber vê yekê di du rojên dawiyê de. Bi taybet piştî civîna MGK(kunseya Ewlekariya Bilind) ya Turkiyê. Turkiyê weke xeleka çenberê mewziyên xwe yên li İdlib zêde kir. Çawa li hember kantona Efrînê amedekarî şer kiriye, bi qasî vê yekê jî niha li eniyên Heleb li bajarokê mîna Enedan, Heyan, Kefer Hemara û Qabtan El Cebel xwe bi cih dike.
Bê goman ev pêngav piştî li hevhatina di navbêra koma Nureddîn Zenkî û Turkiyê de, pêşket. Bi cihbûna Turkiyê ya vê herêmê, tê wê weteyê ku Eniyên şer yên weke Heleb Cidîdê û Raşidîn wê ji nû ve bibe qada şer. Li miqabilî vê li hevhatinê, Turkiyê qebul kir ku Desteya Tehîr El Şam û Zenkî li vê Eniya Raşidîn şerê rêjîma Sûrî bike.
Gelo li vir pirsek dikeve bala mirovan. Çima Rusiya û Rêjîma Esad pilana Turkiyê qebul kir û li hember viya bê deng dimîne?. Wisa diyar e, bersiv dayîna vê pirsê pir rihete!.
Ji bo Rusiya, Turkiyê “Gayê dîn”. Ji ber vê yekê Turkiyê çi gavê davêje û çi nêzîkatiyê dike bila bike, li hember viya bê deng dimîne. Çawa ku Turkiyê balefira Rusan xist û sefîrê Rusa li Turkiyê hate kuştin bêdeng ma, îroj jî li beramberî dagirkeriya aza Sûrî û tehdîdên ser gelê Kurd jî bêdeng maye.
Rus li ser hesabê Turkiyê pilansaziya xwe mayende kir. Rêjîmê jî bi hawirdor dide qebul kirin. Di bin navê “Hevhatina Nişitimanî”. Gelek alî nêzî Rêjêma sûrî kirin û xistin bin basêk dewletê. Wisa diyar dibe, bi qasî Rus Turkiyê bi kartîne, di heman astê de Turkiyê jî Rusan bi kartîne. Aşkereye çendî dostanita herdu aliyan pêşdikeve, dagirkeriya Turkiyê li ser Sûrî zêde dibe, Qîrîza Sûrî jî kûrtir dibe. Li pirsgirêka sûrî girêkek din zêde dibe. Bi gotinekî din girêka stûyê Gayê dîn tengtir dibe û gayê dîn hartir dibe. Vê carê kî Gaye, kî Girêke?.

Ednan MISTEFA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*