Me bersiva dagirkeran da

0
11

Şêniyên Kantona Efrînê bi coşekî mezin beşdarî hilbjartinên meclîsan bûn. her wiha bi hilbijartinan bersiva dagirkeran jî hat dayîn. Şêniyên herêmê diyar kirin ku serkeftina hilbijartinan misogerkirina serkeftina Fedraliya Bakurê Sûriyê ye. Bi hilbijartina me bersiva dagirkera dane.
BANGA WEKHEVÎ Û AZADIYÊ
Namzeta lîsteya Netewa Demokratîk Xedîce Mihemed li ser girîngiya hilbjartinan axivî û got: “Hilbjartinên meclîsan peyama demokratîk da herkesî. Di şoreşa Bakurê Suriyê de hêzên ku herî zêde xwe bi rêxistin kiriye hêzên Kurd e. Hilbijartinên ku li Bakurê Suriyê hatiye lidarxstin diyar dike ku gelên herî zêde banga azadiyê û wekheviyê dike jî gelê Bakur Sûriyê ye. Her wiha beşdarbûna jinan ji hilbijartinan re jî ji bo jinên cîhanê peyameke girîng bû. Em jî wek nemzet bi hêvîne ku emê bibin cihê bawariye ji gel re.”
SÛRIYEKE DEMOKRATÎK Û AZAD
Endama Rêveberiya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Fadil |Çawîş di derbarê erka Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk de axivî û got: “Em dixwazin bi riya hilbjartinan bighîjin asta serkeftinê di cîhanê de. Ji ber ku tevahî gelên Bakurê Sûriyê nûnertiya hilbjartinan dikin û banga demokrasiyê dikin, û bi kêf xweşî dengên xwe dan nunerên xwe. Tenê hilbijartin dikare bibe deriya azadî û çaresriyê li Sûriyê. Rêxistinkirin û parastina van rojan erka hemû mamosteyan e.”
PARASTIN ERKA
HER KESÎ YE
Endama Asayîşê Narîn Mihemed li ser parastina hilbjartinan axivî û got: “Hilbjartin bi xwe parastina gel e, û nameya ewlekariyê ji bo gelên Bakur Suriyê ye. Parastina hilbijartinan jî erkek li ser milê her kesî ye. Her wiha bi riya hilbjartinan wê hemû gelên Bakur Suriyê xwe bi rêxstin bikin û sîstemekî azad û hevbeş ava bikin. Bi taybet di rojên wiha dijwar de ku dewlata dagirker ya tirk xwe amede dike ku êrîşî Kantona Efrîne bike, wê serkeftina van hilbijartinan bibe bersîveke tund li dijî dagirkeriyê.”
Birîvan Receb li ser coş û beşdarbûna jınan ji hilbijartinan re axivî û got: “Hilbijartin bi xwe derxistina dengê gel e. Di van qonaxên girîng de gelê Bakur Sûriyê bi moralên bilind beşdarî ser sendoqan bûn. Li darxistina hilbijartinan bersîvek serkeftinê bû ji dewleta tirk ya faşîst re hat şandin. Di roja hilbjartinan de diyar bu ku gel ji êrîşkirinê na tirse. Hilbijartinan bandor li dagirkerên kurdan kir û tirsek di dilê wan de ava kir.”

Avşîn ÎBRAHÎM

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*