Divê pergala xweser ya Şengalê bê naskirin

0
12

Rêveberiya Giştî ya Êzidiyan encamnameya civîna xwe eşkere kir. Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku divê statuya Şengalê ya xweser bigihêje fermiyetê û wiha hat gotin, “Divê li hember komkujiyan parastina Êzidiyan ji aliyê Navnetewîde were misogerkirin.” Her wiha di encamnameyê de bang li Êzidiyên ku ji Şengalê koç kirine hat kirin ku vegerin Şengalê û tevlî avakirin û rêxistinkirina Şengalê bibin.

Rêveberiya Giştî ya Êzîdiyan encama civîna xwe ya salane ya asayî bi daxuyaniyekê eşkere kir.
Civîna salane ya asayî ya Rêveberiya Giştî ya Êzîdiyan di navbera 28-30’ê Mijdarê de li Şengalê hat lidarxistin.
Di civîna ku bi tevlîbûna 72 delegeyan hat li darxistin, encamên civînê hatin eşkerekirin.
Di civînê de ku bi awayekî berfireh li ser pêşketinên Rojhilata Navîn, Kurdistan û Şengalê nirxandin û nîqaş hatin kirin, biryarên girîng hatin girtin.
Daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Êzîdiyan wiha ye:
Di civînê de nirxandinên kûr ên siyasî, leşkerî û rêxistinî hatine kirin û gihiştiye tespîtên girîng.
Civîna me di demeke ku li Rojhilata Navîn şer û bêîstîkrarî serwer e hatiye lidarxistin, ji her alî ve xwedî girîngî ye. Em di pêvajoyeke hesas a ji aliyekî ve şer û pevçûn didomin, ji aliyekî ve jî li rêyên çareseriyê tê gerîn de derbas dibin. Li Rojhilata Navîn a tewazun pir tên guhertin, têkilî û tifaq li gor vê guhertinê şekil digirin, mirov pêşiya xwe bibîne, li gor vê polîtîkayên guncav diyar bike û têkoşîn bike, xebatên siyasî, leşkerî û dîplomatîk di nav hev de pêş bixe û li ser piyan bimîne ji bo civaka Êzîdî xisûseke ku dest jê nabê ye. Pêvajoyeke hesas û serweriya hêzê ya tê guhertin dema em têre derbas dibin hê naziktir kiriye. Civîna me ya Rêveberiya Giştî ya Êzîdiyan, ku di vê demê de pêk hat, hem ji bo civaka Êzîdî hem jî pêşeroja Şengalê girîngiya wê hê zêdetir kiriye.
DIVÊ PERGALA ŞENGALÊ BÊ NASKIRIN
Civîna me rêveberiya Êzîdiyan, xebatên xwe yên salekê nirxandine û rewşa xwe ya rêxistinî li ber çavan re derbas kiriye. Li ser girîngiya ku meşruiyeta Meclîsa Xweser û Demokratîk a Şengalê ya saziyên li Şengalê di nav xwe de dihewîne bigihêje statuya fermî rawestiyaye. Hemfikirek derketiye holê ku divê em li ser xisûsa ku divê pergala îdarî ya Şengala Xweser di nav mafên qanûnî û destûra bingehîn de bigihêje fermiyetê.
Hatiye destnîşankirin ku saziyên Êzîdiyan ên li derveyî welat û xebatên dîplomatîk divê li ser esasê daxwaz û hêviyên civaka Êzîdî ya li Şengalê xebatên xwe ji nû ve bigirin dest. Bal hatiye kişandin ser girîngiya ji bo statuya xweser a demokratîk a Şengalê were bidestxistin di platformên navneteweyî de hewldan bên kirin.
DIVÊ MISOGERIYA
PARASTINA
ÊZIDIYAN HEBE
Civîna me li ser xisûsa hewcedariya ku divê nêzîkatiyeke navneteweyî ya xwesertiyên Şengal û civaka Êzîdiyan li ber çav bigire were pêşxistin sekiniye. Li ser girîngiya ku divê ji komkujiyên rû dane mirov ders derxe û ji bo parastina civaka Êzîdî divê garantiyeke qanûnî ya navneteweyî ava bibe. Bal hatiye kişandin ser avabûna avahiyên îdarî yên demokratîk ku di Destûra Bingehîn a Iraqê de heye, hatiye diyarkirin ku ji bo Şengal weke navend an jî muhafeze were qebûlkirin, nêzîkatiyek bê nîşandan. Meclîsa Xweser a Şengalê wek rêveberiyeke fermî bê qebûlkirin bikevin nav hewldaneke zêde.
Hatiye diyarkirin ku daxwazên mafdar ên gelê Êzîdî yê rastî fermanan hatiye, daxwazên wan ên xwerêvebirin û xweparastinê heyatî û meşrû ne. Di roja me ya îro de ku rîskên jiyanî didomin, ji bo Hêzên Xweparastinê yên Êzdîxan (YBŞ-YJŞ), Asayîş, fermiyetê bi dest bixin, divê hewldan bên dewamkirin. Di vê mijarê de bang li hêzên navneteweyî û raya giştî hatiye kirin ku bi civaka Êzidî re di nav piştevaniyê de bin û destek bikin. Hatiye diyarkirin ku ji bo civakeke qedîm ji ber baweriyên xwe rastî tunekirinê neyê divê her kes berpirsyartiya xwe ya mirovî bîne cih û banga piştevaniyê hatiye dubarekirin.
BANGA VEGERA WELAT
Bang hatiye kirin ku gelê me yê Êzîdî yê ji Şengalê koç kiriye vegere ser xaka xwe, nirxên xwe yên pîroz û axa xwe biparêze, yekîtiya xwe çêbikin, rêxistinbûna xwe pêş bixin.
Civîna rêveberiya Êzîdiyan piştî nirxandinên berfireh, plansaziya xwe ya salane derxistiye û gihiştiye biryarên girîng.”

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*