Li Eyn Îsa û Reqayê mazot hat belavkirin

0
9

Komîteya Sotemeniyê ya navçeya Eyn Îsa heta niha du milyon û 200 hezar litir mazot li şêniyên navçeyê û gundewarên Reqayê belav, kiriye.
Belavkirina mazotê li şêniyên navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî ji aliyê Komîteya Sotemenî ya navçeyê ve didome.
Komîteyê heta niha du milyon û 200 hezar litre mazot li 11 hezar malbat belav, kiriye.
Derbarê mijarê de, Endamê Komîteya Sotemeniyê Abdullah El-Ziyab got ku ew rojan e 200-300 bermîlên mazot li şêniyan belav dikin û wiha dewam kir: “Piştî belavkirina mazotê li herêma Hîşê ya girêdayî navçeya Eyn Îsa bi dawî bibe, ew ê mazotê li hemû gundên Reqayê ku mazot hîn neghîştiye wan belav, bikin”.
Hevserokê Komîteya Sotemeniyê Osman Bozan jî axivî û got ku mehan e 300 hezar litre mazot li firin û aşan û 150 hezar litre mazot li mîrşgehan belav, dikin..ANHA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*