Hevserokên komînan tên perwerde kirin

0
9

Li Sirrînê yekemîn dewreya perwerdê ku 95 hevserokên komînan beşdar bûbûn, bi dawî bû.
Akademiya Civaka Demokratîk ji bo 95 hevserokên komînan ên navçeya Sirînê yekemîn dewreya perwerdeya ramyaarî dest pê kiribû.
Dewreya ku bi navê, “Dewreya Şehîd Masîro” dest pê kiribû 15 rojan dirêj kir, di dewrê de li ser gelek mijarên weke girîngiya komînan, gîringiya perwerdê, Netewa Demokratîk, hevjiyana azad û çand û exlaq, ders hatin dayîn.
Di merasîma bidawîkirina dewreyê de, rêveber û berpirsên saziyên sivîl û leşkerî yên li navçeyê jî amade bûn.
Hevseorka Komîna Gundê Êlwa Zir ê girêdayî Sirînê Zehîda Cumaa got, “Min di perwerdeyê de mafê jinê ku jê hatiye standin nas kir. Ez fêr bûm êdî çawa komînê bi rêve bibim.”
Hevseroka Komîna Şehîd Hemze ya gundê Cadet Mixara Helîma Hiso jî got ku di 15 rojên dewreyê de di jiyana wê de gelek tişt hatine guhertin..ANHA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*