Vekirina navenda SARA gaveke erênî ye

0
9

Rêxistina Sara ya Tekoşîna Şideta li hemberî jinê li navçeya Ehres a kantona Şehba ya herêma Efrînê şaxeke xwe vekir.
Nûnerên saziyên civaka sivîl, şervanên Eniyên Parastina Jinên Şehbayê û bi dehan şêniyên bajar tevlî merasîma vekirina navendê bûn.
Navenda nû ya rêxistinê bi ala Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê, Rêxistina Sara û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xemilandin.
Di merasîmê de, endamên Rêxistina Sara Gulîstan Arif, Raniya Cafer û Emîna Omer axîvin û vekirina şaxa Rêxistina Sara li kantona Şehbayê,weke gaveke erênî û girîng nirxandin.
Rêvebera rêxistina Jina Ciwan a kantona Şehbayê Ayşe Xelîl vekirina şaxê rêxistina Sara li hemû jinan pîroz kir.
Paşê, deriyê navendê ji aliyê dayika şehîd (Delîl) Nezîra Elo û dayika şehîd (Îbrahîm) Wefa Hisên hate vekirin..ANHA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*