Tirkiye, bedena DAIŞ’ê ye

0
32

DAIŞ, wek bedena tarî ya mirinê, bû kuştina xewn û xeyalên paşarojan. Têkçûna çeteyên DAIŞê li Kobanê dest pê kir, bi pengavên Reqa û Dêrezorê bi dawî bû.
Lê na, bedena rastî ya DAIŞê Tirkiyê ye. Giyotina faşîzma Îttîhadî şiyar e. Tirka DAIŞ, şer dike, lîstikan dike, bi hamleyên nû dixwaze çarmixên li Başûr, li Rojava jî bidê rêz kirin.
Piştî civînên Astana û Soçî, civîna Cinev-8 jî dest pê kir. Haaa, divê Kurd nefikirin ku civîna Cinev-8 jî, wek yên berê sernakeve. Ya giring helwesta hêzên global, Neteweyên Yekbûyî ye. Ji ber ku lîstik, şantaj û efsûnbaziya Tirk, di arêna navneteweyî devam dikin. Hêzên global, Neteweyên Yekbûyî, di mijara Kurdan û gelên li Rojava de, bi înîsiyatîf tevnagerin. Tirkiye, di psîkoza têkçûnê de ye, bi awayekî şîzofrenîk êrîşî Kurdan dike. Skandala Reza Zarrab tê zanin. Doz li Emerîka tê dîtin, Tirkiyê diheje. Zarrab, ji bo ambargoya NY, ya li ser Iranê, destek bu û li Tirkiyê karekî mezin kir. Xortê 23 salî, di nava salekê de, rayedarên dewleta Tirk, teva qunrimî kirin. Wezîr, kurê serokomarê epîlepsî, di rûşwetê de fetisandin. Tirkiye di krîza herî mezin ya dîroka xwe de ye; krîz, siyasî, civakî, aborî û dîplomatîk e. Epîlepsî diktator dixwaze krîzê, bi şerê li dijî Kurdan berteref bike. Malbata Erdogan di devê tivingê de ye. Malbata Erdogan, derdora wî û bankayên Tirkiyê, di rûşwet û talanê de xenî bûne. Xuya dike ku ev xenîbûn, wê serê wan bixwe. Cihana ku baş dizane Tirkiyê bedena tarî ya DAIŞê ye, mixabin, bi wan re li çarçiya bazirganiyê digere. Helwesta Almanya mînak e, bêdengiya Emerîka û Koalisyonê, li hemberî dagirkirina Bakurê Suriye mînak in. Tirkiye çeteyên DAIŞê, EL-Qaide vekirî diparêze, ligel wan, li erda Suriye komkujiyan dike. Balkêş e, Emerîka û Koalisyon, di destekkirina Kurdan de zimanê dîplomasî bikar tînin. Heta îro ne gotine, “mafê Kurdan jî wek hemû gelan ya xwerêveberiyê” heye. Dema Tirkiyê qîran dide, Trump telefonê dide epîlepsî diktator; dibêje, “em jî ji bo yekîtiya Suriye têkoşînê dikin”. Gelo Kurdan kengî parçebûna Suriye xwestiye? Gelo Trump, çima ji epîlepsî diktator re nabêje; “bes nikilan li serê Kurdan bide, ti çima êrîşî Kurdan dike”. Bi vê nermiyê, epîlepsî diktator dagirkirina xaka Suriye mafê xwe dibîne. Ev helwesta Trump, dişibihê kiryarên generalê Roma ku Îsa li çarmixê da. Tirkiye, niha li dora Efrînê pîkolê dike. Efrînê, li dijî Emerîka, Koalisyonê û li dijî Rusya bi kar tîne. Ji bo doza Zarrab jî bikar tîne. Epîlepsî diktator, dixwaze, bi şantajan li hemberî Emerîka avantajê bidestbixe. Ji bo Kurd li Rojava nebin xwedî statu, deriyên Tirkiyê heta dawî, ji birader Esad re jî vekirine. Xuya dike ku Tirk, baskê herî lewaz Kurdan dibînin. Her desthilatdariya Tirkiyê, bi heman îdeolojî, lê wek masiyê bi mûr, diranên xwe nû dike û êrîşî Kurdan dike. Faşîzma islama-tirk, sedûpêncih sal in, bi potînan pêl serê Kurdan dike, bi qundaxan li nav milê Kurdan dide, bi çekan Kurdan dikuje, bi tanq û topan bajarên Kurdan li erdê yeksan dike. Başûr ne bes bû, niha jî dixwaze Rojava Kurdistanê dagir bike. Lê Kurdên ku, faşîzma îslama-tirk di xendekan de gom kirin, li serê çiyan nehotî dikin, wê faşîzma epîlepsî diktator, li Rojava jî di tingê dîrokê de gom bikin.

Medeni FERHO

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*