Nûnertiya Rojava: Keda Zanîngeha Silêmaniyê giranbuha ye

0
10

Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk keda rêveberiya giştî ya Zanîngeha Geşbîniya Mirovahî ya Silêmaniyê ku ev 5 sal in deriyê xwe ji xwendekarên Rojava re vekiriye, giran buha nirxand.
Hevnûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Başûrê Kurdistanê Dr. Cawîdan Hesen, endamên Desteya Rêveber a Nûnertiya Rojava Cemîl Rehmano û Silava Silêman serdana Zanîngeha Geşbîniya Mirovahî ya bajarê Silêmaniyê kirin.
Cawîdan Hesen di serdanê de ev tişt anîn ziman: “Ji destpêka Şoreşa Rojava û ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve, gelek saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser hatin vekirin û beşê hîndekarî beşeke sereke û girîng bû. Li gorî pêdivî û taybetmendiyên herêmê ji bo pêşxistina zanyarî meteryalên perwerdeyê hatin amadekirin, peymangeh û beşên zanîngehan jî hatin vekirin.”
Dr. Cawîdan Hesen bal kişand ser girîngiya hevsengiya di navbera zanîngehên Rojava û Başûrê Kurdistanê de û bang li rêveberiya Zanîngeha Silêmaniyê kir ku serdana Rojava bike û ji nêz ve rewşa hîndekariyê, bişopîne..ANHA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*