Çand ji rastiya jinê çêbû

0
38

Dema ku me di pênaseya çandê de got:çand tiştekî civakî ye, wê demê divê em bizanin kû eger civak hebe çand heye ,eger civak nebe em nikarin behsa çandê jî bikin. Ji bo em bizanin çand çawa çêbû divê em fêm bikin,civak kîngê çêbû. Gelek mijar hene eger mirov venegere despêka dîrokê nikare fêm bike,lê mijara civakê em dikarin heta ciyekî vegerin. Avakirina civakê ji rastiya dayîkê dest pêdike,ji ber mirov jî weke hemo giyanliberên din nêr û mê ye,cinsê mê ango dayîk ya kû zarok ji xwîn û bedena wê çêdibe,nizane kû ev zarok ji encama pêwendiya cinsî ya navbera nêr û mê ye,ji ber vê yekê di vê demê de,tiştekî bi navê bav çênabe,tenê dayîk heye. Mirov dikare dayîkê bi vî awayî pênase bike: dayîk dayîka her kesî ye,dayîk bi awayekî wek hev temaşeyî her kesî dike,dayîk her kesî li dora xwe dicivîne. Ji bo kû ev dayîk weke hemo giyaliberan bikaribe zarokê xwe ji tofan heywan û xwazayê bi parêze dive jêre ciyekî aram peyda bike,ev ciyê aram kû hemû teyr û ajel jî peyda dikin,lê rastiya dayîkê hinekî din jî cûda ye ji ber kû bi dirêjahiya salan re hêdî hêdî mêjiyê însan kar dike. Dema kû dayîk ciyekî aram ji zarokê xwe re peyda dike,sal bi sal wê cihî xweşiktir dike,êdî ji ber karkirina mêjî dayik fêm dike û wateyê dide her karekî kû dike,ev yeka dibe sedema kû bi însan re nîştecêbûn(îstiqrar)çêbibe. Bê gûman nîştecêbûn sedema yekem ya avakirina civakê ye, dema dayîk nîştecê dibe êdî mirov fêm dikin kû pêdiviya wan bi hev heye,lewra li dora dayîkê dicivin û bi hev re jiyana xwe dewam dikin. Ev kombûna yekem ya li derdora dayîkê,yekem li hevcivîna kilanê ye(yekemîn komên mirovan). Li vêderê dema însan êdî weke kom bi hevre jiyan bikin,bê gûman rengekî jiyanê ava dibe,mînak çawa xwarina xwe peyda dikin?çawa çêdikin?çawa dirazin? rengê jiyana wan ya rojekê,despêka avakirina civakê ye,her wisa ev rengê jiyanê tova berhevkirina çandê ye,di serî de jî me gitibû: çand rengê jiyana civakê ye,eger ew pênase di cîde be,wê demê ew rengê jiyana Kilanê jî despêka avakirina çandê ye. Li vêdrê bi rastiya dayîkê re gelek taybetmendiyên din pêş dikevin,mînak ji berî êstiqrarê,însan herdem koçber bû û li ciyekî nedisekinî,lê ji vê demê bi şûnve hêdî hêdî fêm kir kû xwaza di salekê de gelek caran tê gihurtin û çar demsal hene,gîha li ciyekî kesk dibe û zer dibe,hişk dibe û dîsa li wî ciyî şîn dibe. Berê însan nedikarî vê yekê ji hev cûda bike,wisa fêm dikir kû gîha li hinek deveran şîne û li hinek deveran jî zere û hişke. Bi vî awayî tê fêmkirin kû her ew tovê kû ji gîha dikeve erdê,sala din dîsa şîn dibe û bi vî awayî çandinî tê keşifkirin. Dema kû dibêjin çandinî ji berhemên dayîkê ye ji ber vî awayî dibêjin. Her wisa di mesela nîştecêbûnê de,kedîkirina ajelan jî dest pêdike, dibêjin ajelê kû despêkê hatiye kedîkirin Seye(kûçik) piştre mih û gelekên din tên kedîkirin. Her wisa bi keşifkirina çandinyê re,çêkirina amorên çandiniyê jî dest pêdikin û keşifkirina agir jî kû ji encama birûskê tê naskirin û însan agir jî weke pêdiviya xwe ya jiyanê bikar tîne. Bi vî awayî rengê jiyana însan ava dibe û dibe çanda wê civakê.

Delîl MÎRSAZ

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*