Li Şengalê xebatên çand û hunerê

0
11

Li Şengalê xebatên çand û hunerê fireh dibin û roj bi roj rêxistina wê xurt dibe. Bi avakirina komîteya çand û hunerê re li Şengalê heta niha 200 zarok hatine perwerde kirin. Endamê Komîtê Hiso Birahîm diyar kir ku wan hêjmarek zêde komên hunerî avakirine.

Li Şengalê bi avabûna saziya çand û hunerê re xebatên xwe berfireh dike.. Bi avakirina komîteya çand û hunerê li Şengalê heya niha 200 zarok hatine perwerdekirin. Herî dawî li bajarokê Borîk ê Şengalê dewreyek perwerdê bidawî kir.
Gelê Êzidî li Şengalê ku bi fermana 3’ê Tebaxa 2014’ê re rû bi rû hatin, piştî rizgarbûna Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê, gel êdî di her alî de xwe rêxistin dike. Yek ji astên ku herî berbiçav jî avakirina saziya komîteya çand û hunerê ye. Ev komîteya çand û hunerê di bin sîwana Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê de kar û xebatên xwe yên perwerdekirinê dimeşîne.
Der barê kar û xebatên Komîteya Çand û Hunerê de, endamê komîtê Hiso Birahîm wiha axivî; “Li navenda me komên govend, şano û sitranan hene. Komên me piranî navên xwe ji şehîdên Êzidxanê yên di şerê dijî DAIŞ’ê de şehîd bûne digire. Koma Şehîd Bêrîvan, Koma Tîrêjên Êzidîxanê, Koma Şehîd Amed, Koma Çiyayê Şengalê ku ya zarokane, Şehîd Sûfiyan, Şehîd Nazê, Şehîd Şengal, Koma Şehîd Nûjiyan, Koma Fermanê, Koma Heval û Koma Êzda ew jî ya jinê ye.”
Hiso Birahîm wiha jî got; “Di nava van koman de wê Koma Çiyayê Şengalê di 23’ê Kanûnê de tevlî festîvala mûzikî ya li Rojava bibe. Dîsa Koma Şehîd Şengal ya zarokan di Tebaxê de tevlî Mîhrîcana Rimêlan a Rojavayê Kurdistanê bû.”
Hiso Birahîm wiha dewam kir; “Komîteya me 30 dewreyên perwerdeyê pêk anî. Dewreya perwerdê ya herî dawî li Borîk bû. Vê dewrê mehekê dewam kir. 15 kes tevlî bibûn.”
Mamostayê perwerdê û endamê Komîteya Çand û Hunerê Hemo Şengalî jî li ser xebatên komîteya xwe wiha got; “Her çendî derfetên me kêm bin jî, lê dewreya me bi serkeftî derbas bû. Me bi moralek pir xurt ciwanên Şengalê perwerde kir. Bi rastî çanda Êzidî jî pir kevnare. Lê nehatiye perwerdekirin. Em çiqas perwerde bibin, emê ew çend bibin Êzidî. Di nava şagirtên me de wê gelek ji wan di nava hunerê de pêşengiyê ji civaka Êzidî re bikin.”
Merwan Malo jî ku bi serkeftî dewreya xwe ya perwerdê bi dawî kir, hestên xwe wiha anî ziman; “Em ji bo alikariya tevgera azadî spasî dikin. Ez pir keyfxweşim. Ez amademe ku tiştên ez fêr bûme, fêrî ciwanên din bikim.”..ROJNEWS-ŞENGAL

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*