Li Sûriyê yekem car hilbijartinek demokratîk pêk hat

0
10

Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Nadir Yildirim li Federasyona Bakurê Sûriyê li ser sindoqên hilbijartinê çavdêrî kir. Yildirim, çavdêriyên xwe yên der barê hilbijartinê de parve kir û diyar kir ku cara yekem e li Sûriyê bi beşdariya hemû gelan hilbijartinek demokratîk pêk tê û wiha got: “Mirovê 80-90 salî yekem car dengê xwe avêtin sindoqê.”
Li bakurê Sûriyê di 1’ê Kanûnê 2017’an de hilbijartinên rêveberiyên herêmî pêk hatin û gel nûnerên xwe hilbijaretin.
Ji bakurê Kurdistanê jî ji bo ku hilbijartinan bişopînin heyeteke çavddêr ya ji 5 kesan hatin Bakurê Sûriyê. Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Nadir Yildirim ku di nava heyeta çavdêr de cih digirt diyar kir ku li Sûriyê cara yekem hilbijartineke demokratîk pêk hatiye.
ÇÛYÎNA HEYETÊ HESTA YEKÎTIYÊ YE
Yildirim anî ziman ku çûna heyetê ya ji bakûr hem hesta xwedî derketinê ye û hem jî hewldana yekîtiya neteweya kurd e û wiha got: “Li Bakurê Sûriye bi ked, bedel û tekoşînek mezin şoreş pêk hat. Şer û şoreşa li Sûriye ber bi encamê ve diçe. Hêzên şoreşê yên li Rojava di platform û civînên navneteweyî de bi tercîdê rû bi rû dimînin. Ji ber vê yekê di pêvajoyek wisa û hilbijartinek wisa de yekîtiya neteweyî û piştevaniya neteweyî girîng e. Nunerên gelan û tekoşîna azadiya demokrasiyê hêj di bin ambargoya navneteweyî de ye. Ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn ji bo têkoşîna demokratîk ev hilbijartin girîng e. Ji ber vê yekê divê em hemû lê xwedî derkevin û piştgiriyê bidin. Me jî di vê çarçoveyê de piştgirî da.”
PÊŞVEÇÛNÊN LI TIRKIYE Û BAKÛRÊ SÛRIYE GIRÊDAYÎ HEV IN
Yildirim, anî ziman ku li Bakurê Sûriyê bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin û wiha got: “Em wekî HDP’ê ku li Tirkiye têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê dimeşînin em dizanin zextên li Tirkiye li ser me pêş dikevin girêdayî geşedanên li Bakurê Sûriye ne. Em bawer dikin ku Hêza Azadiyê ku li vir pêş bikeve wê bandorek erênî li ser Tirkiyê bike. Me dît ku encama têkoşîna azadiyê li Bakurê Sûriyeyê dikeve jiyanê. Bi ruh dibe.”
MIROVÊ 80-90 SALÎ YEKEM CAR DENGÊ XWE DIDIN
Yildirim, anî ziman ku ji her beşên civakê yên kêm, baweriyên cuda û rengên cuda çûn ser sindoqê û wiha got: “Mirovên 80-90 salî yekem car çûn ser sindoqê û dengê xwe dan. Vîna xwe eşkere kirin. Kelecana jinan zêdetir bû. Di dîroka Sûriyê de yekem car hilbijartinek bi vî rengî ya demokratîk pêk tê.”
JIN LI HER DERÊ PÊŞENG E
Yildirim, destnîşan kir ku eleqe û kelecana hemû gelan hebû û wiha berdewam kir: “Li her derê bêtir muxatab jin bûn. Li her derê herî zêde pêşeng jin in. Di hemû saziyên li Bakurê Sûriye de muxatabê me jin bûn. Tevlêbûna jinê ya nava xebatan ne tenê girêdayî şerê li Sûriye ye. Di hemû pêvajoyên bi rêxistinbûna civakê de di nava hemû rêveberiyan de nûnertiya jin di pêş de ye. Jin pêşengiyê dike.”
LI HERÊMÊN EREB JÎ TEVLÊBÛN ZÊDE BÛ
Yildirim anî ziman ku ji ber ewlehiyê nekarîbûn biçin herêma Efrînê, lê li herêma din belav bûn û xebatên xwe berdewam kirin û wiha got: “Li herêmên ku ereb lê dijîn tevlêbûna welatiyên Ereb a hilbijartinê gelek zêde bû. Me dît ku ne tenê şoreşa gelê kurd e. Di heman demê de şoreşa gelê Ereb û gelên Suriye ye. Li Sûriye hewldan li dijî perçekirinê, hewldana yekîtî û yekparebûnê li pêş e.”
MEZIN DIFIKIRIN
Yildirim anî ziman ku li Federasyona Bakurê Sûriye fikra perçebûnê ji holê rabûye û dijberî vê yekê bêtir fikra yekîtî û yekparebûnê li pêş e. Bêtir fikra Sûriyeya Demokratik li pêş e. Li vir azadiya Sûriye û Rojhilata Navîn armanc dikin. Dixwazin ji Rojava ber bi Sûriye û ji Sûriye ber bi Rojhilata Navîn ve demokrasî û azadiyê pêş bixin. Armanc dikin ku civaka demokratîk, azad, wekhev, ekolojîk û yekîtiya civakan ava bikin û mezin bikin. Fikra mezin li pêş e.”
1’Ê KANÛNÊ BÛ DESTPÊKA
SERDEMEK NÛ
Yildirim, anî ziman ku bi hilbijartina 1’ê kanûnê li Sûriyê serdemek nû dest pê kir û wiha dewam kir: “Li Sûriyê DAIŞ têk çû. Her çend zerar û ziyana wê mezin bû jî hat xelaskirin. Bi 1’ê Kanûnê dest bi pêvajoya avakirinê kirin. Avakirin û muzakere wê bi hevre pêş bikevin. Li Sûriyê ji 3 paran 2 par di destê Federasyona Bakurê Sûriyê de ye. Çavkaniyên dewlemend li vê herêmê ne. Li vir çareseriya pirsgirêkan ne bi şer bi aştî û muzakereyan çareser dikin.”
Yildirim herî dawî bal kişand ser yekîtiya neteweya kurd û wiha bi dawî kir: “Di ziyaretê de nebûna Rojhilatê Kurdistanê kêmasiyek bû. Ji bakur û başur heyet çûn. Ev ji bo yekîtiya neteweyî girîng e. Heyetên ku di navde parlamenter, rojnameger û siyasetmedar hebûn hatin. Ji bo yekîtiya kurdan pir girîng bû. Ji bo guhertina hişmendî û pergala nû divê mînak bê girtin. Xwedîderketina Federasyona Bakurê Kurdistanê ji bo yekîtiya gelan u yekîtiya kurdan girîng e. Dê bi xwe re çareseriyê pêş bixe. Li wir pergala ku pêdiviya mirovahiyê jê heye tê avakirin. Em jî dixwazin hêza xwe ya li vir bi hêza wir re bikin yek û encam bistînin.” ..MA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*