Li Kurdistanê pirsgirêk bi hilbijartinan zû çareser nabin

0
29

Dibe ku li hinek cihên din yên cîhanê hinek pirsgirêk bi rê û rêbazên nerm ango hilbijartinan werin çareserkirin. Lê dema ku mijar dibe Kurdistan, ev ewqasî bi hesanî nabe. Sedem jî diyar in; Kurdistan mêtingeheke him navdewletiye him jî, ji aliyê hêzên kûrevî de hê jî nayê naskirin.
Em dûr neçin û bînin bîra xwe ka demên dawî de çendî hilbijartin li Kurdistanê çêbûn.
Li Bakûrê Kurdistanê li ser hev gelek hilbijartin gelek caran jî di milên hêzên mêtinger de wek referandum hatin dest girtin, lê tevî vê jî hêzên kurdên azadîxwaz her serketin. Serkeftin ne tenê di hilbijartinên herêmî de bûn, na serkeftinên mezin heman demê di hilbijartinên giştî de jî bûn. Di sala 2009 de AKP’ê hilbijartinên herêmî wek referandumek dest girt dest û li Kurdistanê têkçû. Lê em jî dizanin ku di 13 û 14’ê nîsanê de dest bi girtinên gelek mezin li ser siyasetmedarên ku hatibûn hilbijartin kir. Doza ku bi navê KCK’ê dengveda ev doz bû.
Her wiha di hilbijartinên giştî yên ku di 7’ê hezîrana sala 2015 de hatibûn lidarxistin jî îcar heman siyaseta hêza demokratîk a Kurd 80 vekîlên gel derxistin. Lê hema piştî hilbijartinan dewleta tirk îcar dest bi êrîşek berfireh him li ser gerîla, him li ser gel, him li ser siyaseta legal him jî li ser siyaseta heremî kir. Bi gotinek din, qaşo kurdên azadîxwaz û dilxwazên demokrasiyê çûn sandoqan û di sandoqan de jî serketîbûn.
Gelo encam çi bû? Encam; ji ber ku gel tevahî ango yên ku piştgirî dabûn siyaseta kurd a demokratîk nehatibûn rêxistin kirin, bêdeng kirin.
Heman tişt ji bo Başûrê Kurdistanê jî derbasdare. Qaşo li Başûr rewşek li federalî wêdetir, heta hinek milên xwe ve wek dewletek jî bû. Ji ber sedemên cuda li Başûrê Kurdistanê referandûmek hate lidarxistin. Em bi rehetî dikarin bibêjin ku hejmarek mezin nîştecihên Kurdistanê jî piştgirî dan vê referandumê. Heta bi kelecoşek gelek mezin ev rewşa hat pîroz kirin jî.
Lê di rojên 15 û 16’ê cotmehê de bi hemleyek artêşa dewleta Irak bi hêzên paramîlîter wek Haşdî Şabî nîvî Kurdistan- ji ber ku gel bi çalaki û li ser esasa Rastiya Şerê Gelê Şerker ne rexistin kirî bûn- carek din kirin destên xwe û dagirkirin. Bi gotinek din, kesek divê li pey çareseriyên erzan û hêviyên hêsan nekeve. Qaşo hemû cîhanê pişta hêzên başûr digirtin. Qaşo hemû cîhanê li pişt birêz Mesûd Barzanî disekinî.
Em vekirî bêjin eger gelê me ê başûr li ser bingeha Rastiya Gelê Şerker hatiba rêxistin kirin, kî dikaribû dest dirêjiya nirxên kurdan û axa kurdan bike?
Erê, li Rojava ango li Federasyona Bakûrê Sûriyê jî hilbijartin pêk hatin. Lê ji bo ku tu hêz dest dirêjî û heta ziman dirêjî nirxên me ê kurdan û gelan nekin, pêwîste ku tevahî gelê Federasyona Bakûrê Suriyê li ser bingeha xwebûyînê, xweparastinê û heta li ser bingeha Rastiya Gelê Şerker xwe rêxistin bike û jiyana xwe bi rengê xwe teqez ava bike.
Ev jî bêguman kedek mezin û mêjiyek mezin dixwaze. Bi hêviya ku yek bi yek mirovên me werin rêxistin kirin.

Qasim ENGÎN

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*