DYA ji peymana koçberan vekişiya

0
9

DYA ragihand ku xwe ji peymana Neteweyên Yekbûyî(NY) ya ku armanc dike rewşa penaber û koçberan baş bike vedikişîne ji ber ku ew peyman bi polîtîkayên wê re nakok e.
Nûnera Amerîka ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley, bi daxuyanîyekê dîyar kir ku helwesta cîhanê ya dijî koçberan ne li gor serxwebûna Amerîka ye û jiber wê ew ji danûstandinên ser koçberan vekişîyane. Beyana New York’ê gelek hukman dihewîne ku bi polîtîkaya DYA’yê ya penaber û koçberan re û prensîbên birêveberiya Trump re li hev nakin. Di encamê de Serok Trump biryar daye heta ku sala 2018’an lihevkirineke navneteweyî di NY’yê de pêk were, beşdariya welatê xwe di peymanê de rawestîne.”
Nûnera DYA’yê li NY’yê Nikki Haley di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku Amerîka bi xebatên xwe yên piştgiriya penaber û koçberan serbilinde û got: “Divê her dem biryarên me yên de polîtîkaya koçberiyê de ji aliyê Amerîkiyan ve werin dayîn.”
Konseya Giştî ya NY’yê sala 2016’an bi yekdengî beyana Koçber û Penaberan a New York’ê qebûl kiribû ku tê de mafên penaberan tê parastin û derfetên kar û perwerdehiyê ji wan re tên misogerkirin û herwiha ji nû ve tên bicihkirin.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*