Li Yemenê şerê navxweyî giran buye

0
9

Şer û pevçûnên li Yemenê berdewam dike. Hat ragihandin ku di encama şerê van sê rojên dawiyê de herî kêm 180 kes hatine kuştin.
Hêzên girêdayî serokomarê berê yê Yemenê li hemberî çekdarên Hûsî yên Şîa serkeftin bidest xistin û dest danîn ser çend bajaran ku kontrola wan di destê Hûsiyan de bû.
Li Yemenê şer û pevçûnên di navbera hêzên Kongreya Giştî ya Gel û çekdarên milîs ên Hûsî ku Elî Ebdulah Salih serokatiya wan dike berdewam dike. Li gorî agahiyên dawiyê hêzên Kongreya Giştî ya Gel li ser çend bajaran de girtin û bajarên paytexta Yemenê Sana, Beyza, Îb, Zemar, Rîme, Hice û Mehuyt bidest xistin.
Piştî daxuyaniya Elî Ebdula Salih ku daxwaz ji eşîretan kir ku serî rakin û Hûsiyan ji welat derbixin, pirraniya eşîretên li dijî wan milîsan serî hildan û bi sedan çekdarên Hûsî hatin kuştin û kontrola bajarên Sana, Beyza, Îb, Zemar, Rîme, Hice û Mehuyt bi dest xistin.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*