Bi 230 balafir û 12 hezar leşker Tetbîqata herî mezin tê lidarxistin

0
10

Hêzên hewayî yên Amerîka û Koreya Başûr li Girava Koreyê dest bi tetbîqateke pir mezin kirin. Tetbîqat hetanî roja înê wê dewam bike.
Hêzên hewayî yên Koreya Başûr di daxuyaniya xwe de ragihand ku bi Hêza Hewayî ya 7’emîn a Amerîkayê li Girava Koreyê hetanî roja înê dest bi tetbîqateke pir mezin kirine.
Ji herdu welatan nêzîkî 230 balafirên şer û 12 hezar leşker tevlî tetbîqatê bûne. Ev tetbîqata Amerîka û Koreya Başûr tetbîqata herî mezin a hewayî ye ku heta niha tê lidarxistin.
Ji baregeha leşkerî ya Okînawaya Japonyayê 24 balafirên xeyalet, 6 F-22, 6 F-35 û 12 f-35B’yên Emerîkî tevlî tetbîqatê dibin. Balafirên bombebaran ên stratejîk jî di dema tetbîqatê de wê tevlî perwerdeyê bibin.
Herwiha ji aliyê Koreya Başûr jî balafirên F-15K, KF-16 û FA-50 ên şer tevlî tetbîqata hevpar a bi navê ‘Çavêvekirî’ dibin.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*