Dema vekişîna hêzên DYA ji Sûriyê eşkere bû

0
11

Balyozê Emerîkayê yê li Rûsyayê Jon Huntsman li ser dema vekişîna leşkerên DYA yên li Sûriyê diyar kir ku kengî teror li Sûriyê qediya wê hêzên Emerîkî vekişin. Huntsman got, di be ku dîsa terorsît xwe l Reqqa û Rûbarê Firatê bi rêxistin bikin. Ji ber vê ger ku hêzên me zû ji Sûriyê vekişin dibe ku hemû xebat badilhewa biçin.”

Balyozê Amerîkayê yê li Rûsyayê Jon Huntsman li ser dema vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê got: “Kengî teror li Sûriyê qediya hêzên Emerîkî wê vekişin.”
Balyozê Amerîkayê yê li Rûsyayê Jon Huntsman di axaftina xwe ya rojnameya Rûs Vedomostiyê de ji bo vekişandina hêzên Emerîkî ji Sûriyê got: “Kengî teror li Sûriyê bi temamî qediya wê demê dibe vekişandina hêzên me were rojevê.”
Jon Huntsman wiha got: “Hûn dikarin milîtanên terorîst ji qeraxên Reqqa û Rûbarê Firatê derxînin, lê dîsa dikarin kom bibin û xwe bi rêxistin bikin. Ji bo vê eger hêzên me zû ji Sûriyê vekişin dibe hemû xebatên ku heta niha hatine kirin berhewa bike. Beriya ku em hêzên xwe bikşînin divê baş bizanibin ku tekoşîna dijî terorê bi ser ketiye.”
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokê Amerîkayê Donald Trump li Vîetnamê di zîrweya Hevkariya Pasîfîk û Asyayê de (APEC) hevdîtinek pêk anîbûn.
Huntsman di dirêjiya axaftina xwe de ji bo hevdîtina her du serokan got: “Hevdîtin kin bû, lê naverok pir dagirtî bû. Daxuyaniya Trump û Pûtîn ku gotin Washîngton û Moskov di tekoşîna dijterorê de bi biryar in gelekî girîng bû. Armanca min a sereke rastkirina têkiliyên Rûsya û Amerîkayê ye.”

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*