Salvegera damezrandina PKK’ê li Şamê hate pîrozkirin

0
14

Li taxa Zorava ya Şamê, Kurdan salvegera damezrandina PKK’ê bi şahiyekê pîroz kirin.
Pîrozbahiya li paytexta Sûriye Şamê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre nûnerên TEV-DEM’ê, Meclîsa Taxa Zorava, Kongreya Star û Saziya Malbatên Şehîdan axifîn. Kesên axivîn salvegera damezrandina PKK’ê li gelê Kurd pîroz kirin û gotin ku ev roj ji bo gelê Kurd destpêka pêvajoyeke nû ye.
Piştî axaftin bi dawî bûn, Koma Şehîd Serhed gelek stranên şoreşgerî got û govend hat gerandin. Koma Şano ya Zarokan jî şanoyek pêşkêş kir. Her wiha gelek helbest hatin xwendin..

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*