Serokê Yekgirtû serokê MÎT’ê re hevdîtin pêk anî

0
16

Serokê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behadîn di çarçoveya serdana xwe ya Tirkiyê de li Enqereyê bi Şêwirmendê MÎT’ê Hakan Fîdan re hevdîtn pêk anî.
Li gorî agahiyên çapemeniya PDK’ê, Serokê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behadîn di çarçoveya serdana xwe ya Tirkiyê de, li Enqereyê bi Şêwirmendê MÎTê Hakan Fidan û Cîgirê Serokê AKP’ê Mehdî Eker re hevdîtin pêk aniye. Hat ragihandin ku hevdîtina Selaheddîn Behaeddîn û Hakan Fîdan dirêj kiriye.
Serokê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behadîn û endamê Polîtburoya Yekgirtû 24’ê Cotmehê bi rêya Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl derbasî Şirnex bû û li wir bi balafirê çû Enqereyê. Ev serdana Behadîn veşartî çêbû û 4 rojan li Enqere ma.
Serokê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behadîn piştî vegeriya li Duhokê serdana xwe eşkere kir û têkildarî serdanê civîna çapemeniyê li dar xist.
Li gorî medyaya PDK’ê serdana Behadîn bi tevahî veşartî bû, rayedarên Tirkiyê ew baş pêşwazî kirine û ji wan re gotine hûn yekem şandeya Kurdan a piştî referandûmê hatine.
Piştî referandûmê Erdogan li dijî Başûrê Kurdistanê gelek bi hêrs bû, referandûm weke xiyanetê bi nav kir û ragihand ku êdî naxwaze bi ti berpirsên Kurdan re bicive, lê Cîgirê Serokê AKP’ê Mehdî Eker bi Behadîn re civiya.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*