Encama hilbijartinên Kantona Şehbayê hat eşkerekirin

0
16

Komseriya Bilind a Hilbijartinan encamên hilbijartinên Kantona Şehbayê ya Herêma Efrînê bi daxuyaniyekê eşkere kir. Daxuyaniya ku ji aliyê Hevseroka Komseriya Bilind a Hilbijartinan a Kantona Şehbayê Duha Elûş hat xwendin de hat diyar kirin ku 29 hezar 765 hilbêjir çûne ser sandoqan. Her wiha spasiya hemû kesên ku ked ber xebatên hilbijartinê de dane hat kirin.

Komseriya Bilind a Hilbijartinan encamên hilbijartinên Kantona Şehbayê ya Herêma Efrînê eşkere kir.
Hevseroka Komseriya Bilind a Hilbijartinan a Kantona Şehbayê Duha Elûş li navçeya Fafîn a Kantona Şehbayê encamên hilbijartinan bi daxuyaniyekê ragihand.
Di daxuyaniyê de malavahiya hemû kesên ku di qonaxa duyemîn a hilbijartinên sîstema Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyeyê de ked û xebat kirine, hate kirin.
Li gorî daxuyaniyê encama hilbijartinên rêveberiyên herêmî li Kantona Şehbayê wiha ye:
-Hejmara giştî ya hilbijêran (Kesên deng dane): 29765
-Dengên hatine dûrxistin: 16,-Dengên hatin îbtalkirin: 169
Hejmara kursiyên li Şehbayê hatine bidestxistin li gorî lîsteyên hilbijartinan:
Meclîsa Kantona Şehbayê: Lîsteya Şehba ya Pêşerojê: 62 kursî-Kesên serbixwe: tune ye
Meclîsa Navçeya Kefernaya: Lîsteya Şehba ya Pêşerojê: 41 kursî. -Kesên serbixwe: yek kursî (Merwan Hisên El-Elî)
Meclîsa Navçeya Fafînê: Lîsteya Şehba ya Pêşerojê: 41 kursî.-Kesên serbixwe: Yek kursî (Edhem Hisên Ebdulqadir Bozo)
Meclîsa Navçeya Ihrisê: Lîsteya Şehba ya Pêşerojê: 42 kursî.-Kesên serbixwe: tune ne
Meclîsa Navçeya Til Rifet: Lîsteya Şehba ya Pêşerojê: 41 kursî.- Kesên serbixwe: Yek kursî (Mihemed Ebdo Heneş)..ANHA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*