Li Efrînê xwedîkirina çêlekan

0
26

Li kantona Efrînê xwedîkirina sewalan yek ji kevneşopiyan e. Pirraniya gelê Efrînê girîngiyê dide xwedîkirina sewalan.
Navçeya Şêrawa ya Efrînê di warê sewal xwedîkirinê de li gor deverên din yên kantonê li pêş e. Lê bi giştî li kantona asta xwedîkirina sewalan ne di asta ku bazirganî bê kirin de ye. Bi giranî ji bo debara malbatan pê were kirin tê kirin. Bi taybet xwedîkirina çêlekan ya ku berê di asteke zêde de bû, di vê dema dawiyê de kêm buye.
Egîd Ibrahîm ku sewalvanekî ji gundê Duraqliya ye got, “xwedîkirina sewalan çavkaniya debara jiyana me ye. Em berhemên ji penêr û şîr difiroşin sê gundan. Niha pêdivî bi cihekî ku çêlek lê werin xwedîkirin heye. Ji bo avakirina cih jî pêdivî bi amûran heye.
Egîd Ibrahîm derbarê ka ya ji bo xwedîkirina çêlan jî got, “mijara kayê divê baş bê temîn kirin, kayê genim ji bo çêlekan gelek başe û ew bi xwe jî jê hezdikin, ji ber wê divê rayedar baş temîn bikin.”
Îbrahîm derbarê projeyên wan û astengiyên li pêş wan jî ev tişt anî ziman, “projeyên me yên biçûk ji aliyê fabrîkayên Sînaî de tê astengkirin. Tevî ku berhemên wê ji şîrê tozê ne, lê li bazaran herî zêde ew tên firotin û mastê tendurist jî dimîne û em nikarin li bazaran baş bifiroşin.”
Egîd di dawiyê de anî ziman ku cihê aşlêkirina çêlekan li Efrînê tune ye û ji rayedaran xwest ku vê pirsgirêkê jî çareser bikin.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*