Rêveberiya Kampa Koçberan banga alîkariyê kir

0
13

Rêveberiya Kampa Eyn Îsa ji bo parastina penaberan bang li rêxistinên navnetewî kir ku alîkariya koçberan bikin.
Li Kampa Eyn Îsa ji 20 hezarî zêdetir koçberên ku ji Reqa, Dêrazor, Bûkemal û deverên din yên Sûriyê dimînin.
RÊVEBERÎ ALÎKARIYÊ DIKE
Meclîsa Sivîl a Reqayê li gor derfetên xwe alîkariya koçberan dike û pêdiviyên wan bi cih tîne. Her wiha rêveberiya kampê jî ji bo ku pêdiviyên koçberan pêk bîne û pirsgirêkên wan çareser bike di nava hewldanan de ye. Yek ji pirsgirêka sereke ya kampê pirsgirêka avê heta radeyekê hatiye çareserkirin.
DIBISTAN HAT
VEKIRIN
Meclîsa Sivîl a Reqayê, bi alîkariya Meclîsa Sûriya Demokratîk di 31’ê Mijdarê 2016’an li kampê ji bo zarokan dibistan vekir. Çar konên ku ji bo dibistanê hatine vegirtin, zêdeyî 500 zarok lê perwerdê dibînin.
PIRSGIRÊKÊN
JIYANÎ GELEK IN
Ji aliyê din ve rewşa koçberên li kampê ya jiyanî jî zehmet e. Yek ji pirsgirêka herî sereke jî nebûna çadiran e. Gelek çadirên heyî avê derbas dikin û li ber bayê difirin. Koçber ji bo ku konên xwe ji bayê û baranê biparêzin li dora wan dîwaran lê dikin. Ji ber rewşa sermayê ya zivistanê gelek zorakên li kampê nexweş ketine. Ji ber ku navendên tendurustiyê li kampê tune ye nexweşî nayên derman kirin.
BANGA ALÎKARIYÊ
Ji rêveberên kampê Celal Eyaf diyar kir ku bi hatina zivistanê re koçber ji ber şert û mercên sermayê zehmetiyan dikişînin û da zanîn ku heta niha ti rêxistinên navnetewî yên mirovî alîkariyeke cidî nedane koçberan û bang li hemû rêxistinên pêwendîdar kir ku bi berpirsyariya xwe rabin û alîkariya pêwîst bidin.… ANHA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*