Radyo ya Orkêş kevneşopiya Amûdê ye

0
13

Li Rojavayê Kurdistanê bi destpêkirina şoreşê re bi armanca ferehkirina xebatên ragihandinê, hêjmarek zêde radyoyên herêmî hatin vekirin.
Radyo ya Orkêş ku li ser frekansa (103.0) weşanê dike di 1’ê Cotmeha 2014’an de li bajarê Amûdê hat vekirin û fermî dest bi weşanê kir.
Radyoya Orkêş di destpêka weşana xwe de bi derfetên kêm û bi çar endaman dest bi karê xwe kir.
BI DERFETÊN KÊM XWE ISPAT KIRIN
Radyoya Orkêş li Rojava û li ser xeta sînorê Bakurê Kurdistanê weşana xwe dike. Endama Rêveberiya Radyoya Orkêş Xetîce Ibrahîm Mîrza diyar kir ku armanca Orkêş FM ew e ku bibe guh û dengê civakê.
ORKÊŞ 4 SALE BÊ
NAVER DIXEBITE
Rêvebera Radyoya Orkêş Xetîce Ibrahîm Mîrza diyar kir ku ev çar sale ew di radyoyê de dixebite û wiha got: “Di 1’ê Îlona 2014’an de radyoyê dest bi weşana test kir û di 1’ê Cotmeha 2014’an jî dest bi weşana fermî kir. Bi derfetên kêm û bi çar endaman destpê kir. Ji ber navê Amûdê yê kevin û girê Orkêş e û xwedî dîrokeke 4 hezar sale, lewra jî me navê radyoyê kir “Radyoya Orkêş.”
ORKÊŞ BİBE
DENGÊ CİVAKÊ
Xetîcê ser armanca vekirina radyoyê ev tişt anî ziman: “Armanca me ya sereke ku em bibin dengê civakê, ku duruşmeya Radyo Orkêş “dengê civakê ye” tê nas kirin. Xetîce wiha dewam kir: “Erka radyoyê hişyarkirina civakê ye. Bi rêya bername û nîqaşan ji pirsgirêkên civakê re çareserî tê dîtin. Her wiha civak li hember gelek buyer û pêşketinan jî tê haydar kirin.”
BERNAMÊN CUR BECUR
Xetîcê bal kişand ser bernameyên ku têne weşandin û got: “hêjmareke zêde bername di rodyoyê de tên amadekirin. Bernameyên siyasî, jin, zarok, parastin û bernameyên taybet jî di radyoyê de tên weşandin. Bi rêya van bernameyan hemû mijarên civakê tên nîqaşkirin.”
ORKÊŞ DENGÊ XWE DIGHÎNE ZINDANÊ
Xetîcê diyar kir ku bi rêya weşana radyoyê ew dengê şoreşa rojava dighînin zînanan jî û ev tişt anî ziman; “Bi demê re û bi pêşxistina xebatên radyoyê re alîkarî ji me re hat dayîn. Kesek ji zindana Amedê derket telefonî me kir û got,”Dema ku ez di zindana Amedê de bûm me li we guhdar dikir û rewşa şoreşa Rojava di zindanê de dişopand.”
DENGÊ BAKUR
Û ROJAVA YE
Xetîcê da zanîn ku radyo li aliyê Bakur li ser xeta sînor heta Mêrdîn, Nisêbîn û Batmanê tê guhdar kirin. Xeta Hesekê jî heya Til Hecer, Tirbespiyê û Dirbêsiyê jî dikşîne. Bi mebesta şopandina rewşa Bakurê Kurdistanê bernameyek bi navê “Dengê Bakur” heye.
16 SAETAN
WEŞANÊ DIKE
Rêvebera Radyoya Orkêş Xetîce Ibrahîm Mîrza bi van gotina dawî li axaftina xwe anî: “Ji saet 6’ê sibê heta 10’ê şevê weşana rodyoyê dewam dike. Di nava van seatên weşanê de herikîneke me ya weşanê a dewlemend heye. Em cih didin pêşketinên rojane, her wiha mijarên civakî, çandî, aborî, jin, parastin, perwerde û hwd. Em bi weşana xwe hewl didin bibin dengê hemû beşên civakê û xwe bighînin herkesî û her wiha gav bi gav wan ji pêşketinan haydar bikin.”

Rîhan UMER

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*