2017 bû sala şer û krîzan

0
14

Di sala 2017 an de jî li tevahiya cîhanê şer, krîz, bobelat, birçîbûn, nexweşî weke rojevên yekemîn bûn. Bi gelek pirsgirêkên ku nehatine çareserkirin cîhan derbasî saleke nû dibe. Yek ji mijarên sereke ku mora xwe li pêşketinên cîhanê de dîsa şer û aloziyên li rojhilatanavîn bûn.

Sala 2017’an di serî de li Rojhilata Navîn li hemû dinyayê saleke tije şer bû; her wiha vê salê bobelatên sirûştî û mirovî, krîza siyasî û mirovî têra xwe hebûn.
2017’an li gelek welatan rêveberî guherîn, di şer de aliyan hevalbendên xwe guhartin; beriya ku krîzek biqede yeka dî dest pê kir; di mijarên kîşwer û hawîrdorê de hêvî saleke dî hatin taloqkirin:

SERXWEBÛNA
KATALONYA

2017 ji bo Katalonya ku van salên dawî dixwest ji Spanya serbixwe bibe saleke tije bû. Piştî ku 1’ê Cotmehê bi rêjeya 90 ji 100’î dengê ‘erê’ derket, 27’ê Cotmehê Parlamentoya Herêmê ya Katalonyayê serxwebûn ragihand.
Partiyên alîgirên serxwebûnê li dijî vê biryara darbekar a Spanyayê biryar dan ku tevlê hilbijartinê bibin. Di hilbijartinan de ji 135 kursî 70 jê Junts per Catalunya, ERC-Cat û CUP bi dest xist, partiyên ku dixwestin bi Spanyayê re bijîn 57 kursî bi dest xistin.

KRÎZA QUDSÊ

Serokê DYA’ê Donald Trûmp 6’ê Kanûnê Quds weke paytexta Israîlê ragihand û diyar kir yasaya Kongreyê ya bi vê mijarê ku 1995’an standî wê sazkar bibe. Trûmp her wiha ferman da ku sefaret ji Tel-Avîvê veguhezînin Qudsê.
Li gel vê jî di dengdana NY’yê de 128 welatî pêşnûmeya ku Trûmp ji biryara xwe vegere û statûya Qudsê bi mûzakereyan diyar dibe pejirand. Ji bilî DYA û Israîlê ji nav 7 dewletên dî yên mezin yek ji wan li dijî pêşnûmeyê derneket.

ŞERÊ LI YEMENÊ

Li Yemenê havîna 2014’an şerê navxwe dest pê kir û 2015’an Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Siûdî tevlî vî şerî bû, şer îsal girantir bû. Li welêt ku nifûsa wê 26 milyon e piraniya nifûsê şepirze bûye, bi 1 milyon kesî re nexweşiya qotikê peyda bûye.

RAGEŞIYA SIÛD-ÎRANÊ

Rageşiya di navbera Siûd û Îranê de li gel Yemenê li Sûriyê û Iraqê jî dom kir. Li Iraq û Sûriyê têkçûna çeteyên DAÎŞ’ê ya bi desteka Îranê, 2016’an li Helebê paqijkirina komên çete nîşan dida ku bandora rêveberiya Tehranê zêde dibe.

LÊGERÎNA
ÇARESERIYA SÛRIYÊ

2017’an hewldanên avakirina pergalê ya piştî hevsenga leşkerî çêbû. Rûsya, Îran û Tirkiye ji bo ku xwe xurtir bikn hevdîtinên Astana dane destpêkirin, ji van hevdîtina encama herî girîng avakirina ‘herêmên bê şer’ bû, ji civîna Soçiyê ya Mijdarê ku Rûsyayê danîbû jî ti encameke berbiçav derneket.

BOBELATÊN SIRÛŞTÎ

Li dinyayê ji ber sedema bobelatên sirûştî û mirovî 11 hezar kes mirin, bi 100’an milyar dolarî ziyan çêbû.
Li Hindîstan, Bangladeş, Tayland, Pakîst û li welatên Asyayê ji ber sedema baranê bi hezaran kes mirin. Ji ber sedema germahiya global, gelek bager li Karayîp û DYA’yê çêbûn. Bagerên Harvey, Irma u Marîa bû sedema ziyanan, li Kalîforniya û gelek eyaletên DYA’yê ji ber sedema ziwabûnê bi milyonan hektar daristan şewitîn.

DAWÎ LI ÊRÎŞ
Û KOMKUJIYAN
NEHAT

2017’an de li gelemperiya cîhanê dawî li êrîşên komên çete yên DAÎŞ’ê û komên bi ser El Qaîde ve nehat. Di êrîşan de bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan, hema hema hemû êrîşên ku pêk hatin Îslamiyên radîkal anîn ser xwe.

RAGEŞIYA DI NAVBERA KOREYA BAKUR Û DYA

Ji ber ceribandinên moşekên nukleerî rageşiya di navbeyna Koreya Bakur û DYA’yê de piştî ku Donald Trûmp bû Serokê DYA’yê zêdetir bû. Rêveberiya Pyongyangê ragihand ku 4’ê Tîrmehê wan bi rengekî serkeftî moşeke balîstîk a nav-parzemînî pêk anîne, hatibû ragihandin ku moşeka bi navê ‘Hwason-14’ bi wê zerengiyê e ku li dinyayê kûder be dikare lêbixe.
Li gel biryarên pêkirinên yên NY’yê yên li ser Koreya Bakur, rêveberiya Pyongyangê ji ya xwe nehate xwar, Kanûnê Rûsya bi rola navbeynkariyê rabû. Diyar ku geşedanên bi Koreya Bakur re têkildar 2018’an jî wê di rojevê de bin.

AŞTIYA KOLOMBIYAYÊ

2017’an xalên herî girîng ê peymana aştiyê ya ku 2016’an li Kolombiya hate îmzekirin pêk hat. Xalên herî girîng ê peymanê ew bû ku Hêzên Çekdar ê Şoreşger ên Kolombiya (FARC) çekên xwe heta dawiya Hezîranê radestî rayedarên NY’yê bikira.
FARC’ê piştî ku biryar da 7 hezar gerîla çek berdin di kongreya derasayî ya Tebaxê de gava herî girîng a ber bi derbasbûna jiyana siyasî ve avêt. Di arênaya siyasî de navê Hêza Şoreşger a Alternatîf a ji bo Gel hate hilbijartin, kurtkirina vî navî dîsa bû ‘FARC’. FARC, 2018’an di hilbijartinên serokdewletiyê de cara pêşî wê bibe xwedî wê derfetê ku desteka gel a ji bo xwe bipîve.

DOZA ZARRAB

Doza Reza Zarrab ku AKP 2017’an bi tirs li bendê bû dest pê kir û piştî ku Zarrab bi hevkariyê kete statûya şahid doz kete rengekî dî.
Di 7 rojên pêşî yên dozê de, ku dawiya Mijdarê dest pê kir, Rez Zarrab pergala bi mebesta ku pêkirinên DYA’yê yên li ser Îranê binpê kirin bi berfirehî vegot. Zarrab kesên ku bertîl dane wan yek bi yek got û her wiha diyar kir ku Recep Tayîp Erdogan ji bo bazirganiya zêr a bi Îranê re ferman daye. Di dozê de heke Midûrê Halk Bankê Hakan Atîlla sûcdar were dîtin, di serî de Halk Bank tê pain ku bi dehan milyar dolar ceza li bankayên Tirk were birîn.

LI KÎJAN WELATÎ KÎ
HATE SER KAR?

Berovajî hemû ankêtên 2016’an Donald Trûmp di hilbijartinên serektiyê yên DYA’yê de hate hilbijartin û Çile hate ser kar.
Li Fransayê Nîsanê di hilbijartina serokkomariyê de Marîne Le Pen 22 ji 100’î yên dengn stand û ji 2002’an û vir ve cara dûya bû siyasetmedara nîjatperest ku kete tûra duyem. Emmanuel Macron bi desteka medayê 24 ji 100’î deng stand. Hilbijêrên Fransiz weke sala 2002’yan ji bo ku lîderekî rastgirê tund ne hilbijêrin bê dilê xwe dengê xwe dane Macron.
Li Brîtanyê jî lîdera muhazakar Theresa May di hilbijartina 9’ê Hezîranê de 42,4 ji 100’î yê dengan stand û piraniya li Kamaraya Avam ji dest da. Di vê bandora Partiya Karkir (Labour) hebû ku bi polîtîkayên çepgir çû hilbijartinê. Partiya Karkir bi 9 puanan dengê xwe zêde kir û gihaşte 40 ji 100’î yê dengan.
Li Elmanya jî di hilbijartinên Îlonê de CDU ya bi seroktiya Angel Merkel ku ji 2005’an ve serokwezîr bû bi ser ket. Di hilbijartinê de CDU û hevkarê wê CSU pir deng winda kirin, demokratên sosyal SPD a bi seroktiya Martîn Schûlz 20,5 ji 100’î deng stand û hate rêjeya herî kêm a ji 1949’an û vir ve.
Li Avûstûryayê jî partiya muhafazkar a bi seroktiya Sebestîan Kurz bi ser ket, ku Kurz bi gotinên xwe yên tund ên dijî Serokkomarê Tirk Erdogan tê zanîn.
Li Hollandayê jî di hilbijartinên Adarê de partiya rastgir a lîberal a bi lîdertiya Mark Rutte VVD li gel ku dengên wê kêm bû jî di hilbijartinê de bi ser ket.
Li Japonya di hilbijartinên 22’yê Cotmehê de partiya demokratên lîberal Jîmînto bi ser ket. Serokwezîr Shînzo Abe ku ji 2012’an ve li ser kar bû, ji 465 kursiyên meclîsê 284 bi dest xist û bi serê xwe bû desthilatdar.
Li welatê Amerîkaya Başûr Şîliyê jî serokdewlet Sebastîan Pînera ku di hilbijartina Mijdarê de ji bo tûra duyan mabû 17’ê Kanûnê bi ser ket.
Li Venezûelayê jî lîderê sosyalîst Nîcolas Madûro berpirsê krîza aborî dihate dîtin, ji Nîsanê ve muxalefeta rastgirên tund bi prosteyon xwestin Madûro îstîfa bike. Di protestoyan de bi seda kes mirin. Gelek welatên Rojavayî dixwestin ku Madûr îstîfa bike, Madûro parlamento fesh kir, ‘Meclîsa Damezirîner’ ragihand û di hilbijartinê de, bi temsîla derdorên cuda yên civakê, ji bo 545 endamî Tîrmehê hilbijartin da kirin. Li dijî vê jî muxalefeta rastgir referandûma alternatîf çêkir.
2017’an dinya bû şahid ku bi darbeya ‘4 tangan’ lîderê herî kal ê dinyayê yê li ser kar hatiye rûxandin. Robert Mugabe ê 93 salî ku ji 1980’yî ve li Zîmbabweyê serokwezîrtî, ji 1987’an ve serokdewletî dikir ji hêla artêşê ve neçar hate hiştin ku dev ji kar berde.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*