Serhildana gelê Rojhilat li dijî rêjîma Îranê didome

0
42

Li Îranê çalakiyên ku li dijî hejarî û polîtîkayên rejîmê li Meşhedê dest pê kirî berdewam dikin. Li Kirmanşanê ya Rojhilat jî welatî derketin û gotin, “Dest ji Sûriyê berde, li halê me binere” û meşiyan.
Li Îranê di serî de li Meşhedê li gelek bajaran li dijî hejariyê gel meşiya. Ji bo 18 bajaran bang hatibû kirin ku gel derkeve kolanan.
Yek li bajarê ku bang lê hatî kirin jî Kirmanşan bû. Li Kirmanşanê gelek welatî li Meydana Azadî hatin cem hev.
Di çalakiyan de duruşmeyên weke “Dest ji Sûriyê berde, li halê me binere’, “Ji dîktatoriyê re mirin”, “Gel parsekiyê dike, molla dibêjin, “em Êzda ne”. hatin bilindkirin.
Ji aliyê din ve hat ragihandin ku li paytexta Îranê Tehranê tevdîrên astengiyan hatine zêdekirin. Her wiha li bajarê Xurmabad a Lorîstanê gel derkete kolanan.
Serokê Dadgehê yê Meşhedê Hasan Heyderî diyar kir ku di çalakiyan de 52 kes hatine binçavkirin.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*