Li hember hedefgirtina goristanan bêdeng nemînin

0
28

Hevserokê Yekîtiya Oldarên Misilman a Kantona Cizîrê Mele Mihemed Xerzî têkildarî êrîşên dewleta Tirk yên li dijî şehîdgehên li bakur diyar kir ku ev êrîşên faşîst nayên qebûlkirin û got, Hedefgirtina nirxên gelê Kurd kiryareke faşîste û nayê qebûlkirin. Divê Kurd li dijî vê yekê serî hildin, nirxên xwe biparêzin.”

Hevserokê Yekîtiya Oldarên Misilman a Kantona Cizîrê Mele Mihemed Xerzî bang li civaka îslamî û navneteweyî kir ku li hember êrîşên dewleta Tirk ya li dijî goristanan bêdeng nemînin.
Dewleta Tirk, cenazeyên 267 şehîdên HPG/YPG/YPJʹê û YJA-STAR ji goristana Xerzanê ya li bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê derxisti û gorên wan rûxandin.
Derbarê vê yekê de Hevserokê Yekîtiya Oldarên Misilman a Kantona Cizîrê Mihemed Mele Reşîd Xerezî axivî û anî ziman ku êrîşa dewleta Tirk a li ser goristana Xerzanê, revandina cenazeyên şehîdan û rûxandina goran, dûrî ola îslamê ne û wiha got, ʺDewleta Tirk îdîaya îslamê dike, lê kiryarên wê yên faşîst rûyê wê yê rast didin nîşandan.ʺ
Mele Mihemed Xerzî destnîşan kir ku AKPʹê bi van kiryarên xwe, siyaseta Osmaniyan a beriya bi sedan salan, dide meşandin û wiha domand, ʺHedefgirtina nirxên gelê Kurd kiryareke faşîste. Divê Kurd li dijî vê yekê serî hildin, nirxên xwe biparêzin û mafên xwe bi dest bixin.ʺ
Mele Mihemed Xerzî anî ziman ku gelê Kurd ê Bakurê Kurdistanê li hember siyaseta dijminane ya dewleta Tirk bi îradeyeke xurt li ber xwe dide û doza mafên xwe yên rewa dikin.
Mele Mihemed Xerzî bang li civaka navneteweyî û îslamî kir ku li hember van kiryarên dewleta Tirk bêdeng nemînin û wiha got, ʺBêdengiya li hember faşîzma Tirk nayê qebûlkirin. Ev kiryar mafên mirovan binpê dike û di ola îslamê de gunehe. Bila dewleta Tirk jî van kiryarên xwe yên ne exlaqî rawestîne.ʺ…ANHA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*