Çareseriya krîza Rojhilatanavîn pergala bakurê Sûriyê ye

0
35

Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen, diyar kir ku li Sûriyê li ser bingeha Neteweya Demokratîk pergalekê ava dikin û wiha got: “Ev pergala ku em ava dikin hem di milê leşkerî û siyasî hem jî di milê civakî û aborî de destkeftiyên nû pêş dixe û dê ji bo Iran û Iraqê jî bibe çareserî.
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen, têkildarî pergala Neteweya Demokratîk ku li Sûriye tê avakirin axivî û bal kişand ser destkeftiyên ji aliyên siyasî, leşkerî, aborî û civakê yên pêşerojê. Hesen, anî ziman ku di sala 2017’an de di aliyê leşkerî de tişta herî derket pêş Reqqa ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin û DAIŞ li Rojhilata Navîn têk çû. Hesen, da zanîn ku di milê siyasî de jî tişta herî derket pêş hilbijartinên bi tevlêbûnek dîrokî pêk hatin bû.
GELÊN BAKÛRÊ SÛRIYE BI SER KETIN
Hesen, destnîşan kir ku pergala niha li Bakurê Sûriye ava dikin dê ji bo hemû welatên Rojhilata Navîn bibe riya çareseriyê û wiha got: “Li nava Sûriyê di nava hin hêz û rêxistinan de nakokî û şer hene. Di bin navê DAIŞ’ê de gelek tişt tên veşartin. Lê ev rewş hêdî hêdî ronî dibe. Lê li Bakurê Sûriye rewş çûda ye. Li Bakurê Sûriye gel li ser bingehê neteweya demokratîk pergalek nû ava dike.”
GAVÊN DÎROKÎ
HATIN AVÊTIN
Şahoz Hesen, da zanîn ku di aliyê leşkerî de Reqqa ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin û ev bû dîrok û wiha got: “Bi vê yekê deriyekî nû li pêşiya Sûriyê hat vekirin. Bi şerê leşkerî pergala DAIŞ’ê ya li Sûriye ava kir têk çû. Di aliyê siyasî de jî du hilbijartinên demokratîk ku li Bakurê Sûriyê pêk hatin û bi rêjeyek mezin gel çûn ser sindoqan. Yekem car gel çûn ser sindoqan û vîna xwe diyar kirin. Gelê ereb, kurd, suryanî, ermenî û çerkez bi hevre biryara jiyanek nû dan.”
PERGALA ME ROJ BI ROJ MEZIN DIBE
Hesen, bal kişand ser modela pergala ku li Rojhilata Navîn ava dikin dewam kir. “Ev pergala ku nû tê avakirin ji bo gelê Rojhilata Navîn dibe mînak û hêvî. Roj bi roj mezin dibe.”
PERGALA ME BANDORÊ LI HEMÛ ROJHILATA NAVÎN DIKE
Hesen, destnîşan kir ku pergala wan ava kiriye tenê bi herêma kurdan û Bakurê Sûriye bi sînor nabîne û dê li hemû Sûriye û welatên Rojhilata Navîn belav bibe û her kes vê pergalê ji bo xwe esas bigirin. Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen herî dawî wiha got: “Niha li tenişta me Başûrê Kurdistanê heye. Di heman demê de Iraq heye, Li Başûrê Kurdistanê û Iraqê gelek pirsgirekên civakî rû didin. Niha li Îranê serhildan û bûyerên civakî rû didin. Ev nîşanî me dide ku pergalên wan têk diçin. Nîşan dide ku pergalên wan ji bo çareseriya pirsgirêkan nabin model. Lê em bi yekîtiya gelan û rêzdariya li hemberî hev pirsgirêkan çareser dikin. Bi qebûlkirin û naskirina hev çareser dikin. Em bawer dikin ku ev perala em ava dikin dê li Mûsil, Kerkûk, Tehran û Bexda li hemû bajaran têkeve meriyetê…Nazim DAŞTAN-MA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*