Em dimeşin serkeftinê

0
13

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-Starê Zozan Çewlik diyar kir ku dewleta Tirk bi konsepteke êrîşan ya berfireh dest bi sala 2017’an kir lê tevî hemû êrîşan jî li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê bi ser neket û berevajî li ber têkçûnê ye. Çewlig wiha got, “Me bi Sakîne’yan dest pê kir, bi Bêrîtan û Zîlan’an artêşa jinê pêş xist û bi Delal’an dimeşin serkeftinê.”

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-Starê Zozan Çewlik got, “Armanca me ya sereke ew e ku em azadiya Rêbertiya xwe pêk bînin û her wiha Xweseriya Demokratîk ava bikin, hemû jin û civakê azad bikin.
Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-Starê Zozan Çewlik anî ziman ku gerîlla bersiva herî mezin da hikûmet dewleta tirk ya ku digotin emê gêrîlla biqedînin. Û wiha got, ‘’Bi Sarayan me dest pê kir, bi Bêritan û Zîlanan me artêşa jinê geş kir, bi Delalan em ber bi siberojên azad û serfiraziyê ve dimeşin.”
Zozan Çewlig wiha axivî, “2017 berxwedanî û têkoşîneke dijwar li pey xwe hişt. Weke ku tê zanîn 2017’an gelek qedroyên me yên pêşeng û hevrêyên me yên hêja şehîd bûn. 2017 ji bo tevgera azadiyê û tevgera jinê bêgûman bû saleke girîng. Beriya ku em bikevin sala 2017’an rejîma Tirk konsepta êrîşa giştî da ber xwe. Rejîma Tirkiyê û hikûmeta AKP’ê bi gotinên ku wê PKK’ê Nîsanê biqedînin ketin sala 2017’an. Ev gotin plansaziyên wan ên li ser Rêbertî, tevgera me û tevgerên demokratîk ên dî nîşan dida. Me jî ev plansaziyên tinekirinê û jinedîtî ve hatinê ya qirkirinê dît û wiha em ketin sala 2017’an. Niha bi pêşengiya Kurdan hemû gel li dijî pergala serwer li ber xwe didin, xwe rêxistin dikin.
Hêzên mêtinger par êrîş bi ser Şengalê, Rojava û Bakurê Kurdistanê de birin. Lê li hember êrîşan berxwedaniyên mezin çêbûn. Hêzeke mezin a gel jî heye. Bêgûman bi berxwedan û berdêlan ev hêz çêbû. Îro li herêmê şerê cîhanê yê sêyem heye û ev şer ne tenê li dijî DAÎŞ’ê ye. Kurd ji niha ve hêzeke berçav in û hemû dinya vê qebûl dike.
Li dijî vê çavnberiyeke mezin heye, hêzê mêtinger Kurdan ji bo xwe talokeyeke mezin dibînin. Wiha êrîşên xwe giran dikin. Kurd û jinên Kurd bi ti rengî van êrîşan qebûl nakin.
Hikûmeta AKP’ê ne tenê li Bakurê Kurdistanê, çavnebarî li dijî destkeftiyên Rojava jî kir û êrîş bire ser Qereçoxê. Her wiha Cerablûs, Idlîb û Bab dagir kiriye û niha dixwaze Efrînê jî dagir bike. Herî dawî bi Îranê re hevalbendî kir û êrîş bire ser qada Asosê. Hewl da ku Qadên Parastinê yên Medyayê dagir bike. Mirov êrîşên faşîst ên AKP’ê dikare li her deverê bibîne, li zindan bi kincên yek reng jî êrîşên xwe didomîne û dixwaze hemû nirxên azadiyê têk bibe.
Hikûmeta AKP’ê ji hêla leşkerî û siyasî ve her cure rêbaz bi kar anî. Li gel ev qas êrîş pêk anîn jî polîtîkayên wê pûç bûn û bi ser neketin. Li Serhed, Botan, Amedê û li Qadên Parastinê yên Medyayê hemû hêza xwe bikaranî. Lê PKK niha li cihe xwe ye, şer dike û gerîlla di çeperên xwe de ye. AKP di êrîşên xwe yên giştî de bi ser neket û berevajî li ber têk çûnê ye.”…ANF

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*