Tola komkujiyê hat hilandin

0
12

Serçeteyê DAIŞ’ê ku berpirsiyarê komkujiya 27’ê Tîrmeha 2016’an a li Qamişlo ye, li Dêrezorê bi operasyoneke taybet ya Yekîneyên Antî-Teror hate kuştin. Yek ji serçeteyên DAIŞ’ê Hisên Ayîd El-Bilêbil Ebû El-Welîd di sala 2016’an de komkujiya li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo plan kiribû.
Li gorî agahiyên ji Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê, ev serçete piştî ku demek dirêj hate şopandin, li Dêrezorê bi operasyoneke taybet ya Yekîneyên Antî-Teror yên YPG’ê hate kuştin.
El-Welîd ji yekem kesên ku destpêkê tevlî Cebhet El-Nusra bûye. Di sala 2013’an de jî tevlî DAIŞ’ê bû. Welîd li gelek herêmên di bin kontrola DAIŞ’ê de bi salan weke berpirsiyarê ewlehiyê maye. Piştî rizgarkirina Til Hemîs û Til Berakê ew derbasî Şedadê bûye.
Dema ku Şedadê jî ji aliyê QSD’ê ve hate rizgarkirin weke serçete çû Reqayê û li wê derê çalakiyên bombeyî yên li dijî sîvîlan plan dikir. Serçeteyê DAIŞ demeke dirêj li Reqa yekîneyên veşartî yên êrîşên xwekujî ku di herêma Cizîrê de bi cih bibûn bi rêve dibir. Di tîrmeha 2016’an de bi ferman û plansaziya wî li Qamişlo li dijî sivîlan bi kamyoneke bombebarkirî êrîş pêk hat.
Hate zanîn ku piştî rizgarkirina Reqqa Welîd derbasî Dêrezorê bû û li vir jî di plankirina gelek êrîşên çeteyan de cih girt. Yekîneyên Anî-Teror (YAT) demek beriya niha cihê wî yê li bajaroka Bûseyra ya Dêrezorê tespît kiribû. Di encama şopandina bi mehan de bi operasyoneke taybet El-Welîd hate kuştin.
Di 27’ê tîrmeha 2016’an li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo bi kamyoneke bombebarkirî êrîşek pêk hat. Di encama vê êrîşê de 58 welatiyên sivîl şehîd bûn û 177 kes jî birîndar bûn..

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*