Gel li dijî dîktaroyê serî hil dide

0
15

Ev heft roje li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê gel li dijî rêjîma Îranê ya diz û dîktator di nava serhildanan de ye. Bi sedhezaran kesên ku daketine qadan bi sloganên weke, “Bimre Xamaney”, “Bimire Dîktatorî” nerazîbûnên xwe yên li dijî rêjîma Îranê nîşan didin.

Li Îran û Rojhilat çalakiya gel a li hemberî hejarî, bêkarî û polîtîkayên pêkutiyê yên rejîmê di roja 6’emîn de li gelek bajaran didome.
Hate ragihandin ku li çalakiyên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, ku ev 6 roj in didomin 12 kesan jiyana xwe ji dest da. Hejmarên fermî , hejmara binçavkiriyan 410 dide.
Hate ragihandin ku di çalakiyên gel de yên li dijî hejarî û polîtîkayên zextan a rejîma Îranê yên li Rojhilat û Îranê, ku ev 6 rojin didomin 12 kesan jiyana xwe ji dest dane. Televîzyona dewleta Îranê ragihand ku di çalakiyên de li tevayî welat 12 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Di roja 3’emîn a çalakiyan de li bajarê Dirûdê yê eyaleta Loristanê 4 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Şevê din di çalakiyan de li bajarê Îzeh ku Lor lê dijîn ê girêdayî eyaleta Ehwazê 2 kesan jiyana xwe ji dest da. Diyar nebû ku bê windahiyên din li kîjan bajaran çêbûne.
Ji roja ku çalakî destpêkirine heta niha li gorî daxuyaniyên fermî hate ragihandin ku li Tehran, Kirmaşan û Arakê 410 kes hatine binçavkirin.
Lê diyar dibe ku hejmara binçavkiriyan zêdetir e.
Li aliyê din avahiyên girêdayî Îranê li gelek bajar û bajarokan hatin şewitandin. Dîsa li gelek bajaran avahiyên girêdayî Besîceyan (yên ji bo rejîmê kar dikin) hatine şewitandin.
Li bajar û wilayetên weke Tehran, Kirmanşan, Ûrmîye, Sine, Loristan, Meşhed, Mazendaran, Çabahar û Xoy çalakî hatin lidarxistin û di çalakiyan de slogana, “Bimire Xamaney” “Bimire Dîktatorî” hat avêtin.

MEDYAYA CIVAKÎ HATE ASTENGKIRIN

Rejîma Îranê li hemberî daxwazên gel ê azadiyê medyaya civakî asteng kir. Li gelek bajaran înternet hate qutkirin û torên medyaya civakî jî tên girtin. Rejîmê diyar kir ku bernameyên bi navê Telegram û Înstagramê girtiye.
Li Îranê Ajansa Nûçeyan a Amednewsê ya ku li ser Telegramê weşana xwe didomand, ji aliyê îstîxbarata Îranê Îtlaatê ve bi hinceta ku ‘piştgiriyê dide kaosê’ hate girtin. Milyonek û 500 kesan ev tor dişopand û piştî girtina vê torê bi navê ‘Dengê Gel’ li ser Telegramê malperek hate vekirin.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*