Nebûna demokrasîyê rojhilatanavîn kir gola xwînê

0
33

Pergala netew-dewlet ji şer cîhanê yê yekmîn ve, heta roja îro berdewam e bi vê jî dibe sed sal ku êş perçebûna gelên Rojhilata Navîn bi pêş dixe, êdî tehmula gelan li hember zilma wan nemaye ji ber vê jî, li seranserî Rojhilata Navîn gel li dijî pergalên yek netew rabûne serhildanan, ji sala 2000’î ve, li Îraqê dest pê kir derbasî Lîbya, Tûnis, Misir, Sûriye û Yemenê bû û li vê dawiyê jî, li başûrê Kurdistanê xwe da der. Li Sûriyê piştî rizgarkirina Sûriyê bi alîkariya kurdan ji dagirkeriya Fransayê, keseyetên kurd jî, bi derbeyan serokatiya Sûriyê dikin; lê piştî sala 1963’an bi taybet bi serweriya partiya Baas re, zêdetir nijadperstiya netewî bi pêş dikeve û li Sûriyê gelên ne ereb bi pişaftinê re rû bi rû dimînin. piştî hatina malbata El Esed li ser pişta tangan di sala 1970’î de serweriya li ser Sûriyê ferz kir. vê pergala malbetî jî, demokrasî û mafên gelên din nas nakir berûvajî wê gelê kurd di pişaftin û helandineke nerm re derbas kir. ji ber malbeta Esed ji mezheba Elewî bû li gorî hejmara misilmanên Sunî, hejmara Elewiyan kême bi vê jî her tim tirsa wan ji yekbûna kurd û mislmanên sunî Ereb çêdibû. Ji ber wê Esed durûtî nêzî kurdan dibû, di ser de, xwe hezkiriyê gelê kurd nîşan dida li aliyê din jî, weke ava di bin kayê re, dimeşe û xuya nabe gelê kurd diheland, di salên 1980’yî de, navên gundên kurdan kirin Erebî û dewreyên zimanê Erebî ji bo zimanên di bin navê (meho umiyê) de, li her gundekî kurdan pêş xist. Rastiya vê jî ev bû ku li gundên biçûk û çiyayî û li gel şivan û cotkaran çand û zimanê kurdî tê parastin, bi van derewan xwest çand û zimanê kurdî bihelîne û di heman demê de, kurd li dijî birayên misilman xebitandin, tevî van kiriyarên li ser kurdan pêk anîne jî, cihê xwe di gelê kurd e çêkiribû, dema Hafêz Esed mir gelê kurd hate Şamê çû, xemgîn û bi girî bû lê piştî Beşar hat ser desthilatdariyê şopa bavê xwe ajot, kadroyê PKK di zîndanên Sûriyê de, radestî dewleta Tirik kir û di dîroka 12/3/1994’an de, li lîstigeha Qamişlo şer di navber Erebên Dêrazor û kurdan de, bi pêş xist û di wê serhildanê de, zêdetirî 30 kurdî bi guleyên dewleta Beşar şehîd bûn. Hişmendiya Beşar a nijadperest, mezheba Elewî, malbatî û ya demokrasiyê nas nake, gelê Sûriyê perçe kir, koçber kir û di komkujiyan re derbas kir.
Bi anîna hêza Şîî ya Îran, Hîzbûlaha Libnanî, DAİŞ balafirên Rûsyayê Sûriyê ji hemû milan ve, roxand, li parêzgeha Humsê 20 hezar hêktar ji axa Sûriyê radesî Îranê kir, li peravên Sûriyê dagirkeriya Rûsya pêş dikeve, Cerablus Bab û Idlib jî, radestî dagirkeriya Tirkiyê kir bi vê jî, Sûriyê perçe dibe. Li başûrê Kurdistanê jî, hêviyên gelê kurd bi pêş neketin berûvajî wê qezencên gelê kurd bû qirban, berjewendiya êşîretî û malbatî yê teng û ev raperînên gel nayê birêxistinkirin wê destê Îranê, Erdoxan û dewleta Îraqê bikevin raperîna gelê başûr û wê mîna rewşa Sûriyê bikin, hemû serweriyên rojhilata navîn malbetî, berjewendîparêz û nijadperest tev digerin ev jî peçebûn, şer û pevçûnan bi peş dixin û rojhilata navîn kirine gola xwînê û ji kuştinê mirovan têr nabin û sûcdarkirina kurdan bi xiyanetê ji hêla Beşar Esed ve tê wateya ku dixwaze şerê kurdan bike. Divê Beşar nas bike ku kurd bi federaliya demokratîk axa Sûriyê ji parçebûnê diparêzin û nûnertiya gelen dikin. Şerkirina li dijî kurdan tê wateya şerkirina li dijî gelan û naskirina demokrasiyê dawî anîna li şeran e.

Fexrî HEBO

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*