Hesab wê ji kujeran bê pirsîn

0
38

Sê jinên têkoşer di 9’ê Çile ya sala 2013’an de li paytexta Firansa Parîsê ji aliyê MÎT a Tirk de hatin qetilkirin. Tevî ku şeş sal li ser komjijiyê re derbas bû jî lê di encama hevkariya hikûmeta Tirk û hikûmeta Fransa yê de berpirsyar nehatin eşkere kirin.

Komîteya Rêveber a PKK’ê, sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin kuştin bi bîr anî. PKK’ê destnîşan kir ku komkujî hatiye ronîkirin û wê hesab ji kujeran bê pirsîn.
Komîteya Rêveber a PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê ji aliyê dewleta Tirk a bi serkêşiya Erdogan ve hatine kuştin û hikumeta Fransayê jî tevî ku haya xwe ji vê hebû, dosya girtiye. Di daxuyaniya PKK’ê de hat ragihandin, fermana vê komkujiyê ji aliyê Erdogan ve hatiye dayin û hesabê vê wê teqez bê pirsîn. Di daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê de hat gotin, “Ji kadroyên damezrîner ên partiya me, delegeya jin a kongreya me ya destpêkê ya damezrandinê û endama Komîteya Navendî ya PKK’ê hevrê Sara (Sakîne Cansiz), milîtanên hêja yên partiya me hevrê Rojbîn (Fîdan Dogan) û Ronahî (Leyla Şaylemez) 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê bi rengekî namerdî şehîd hatin xistin. Di ser şehadeta wan re pênc sal derbas bûn. Di salvegera pêncemîn a şehadeta wan de em şehîdên xwe yên komkujiya Parîsê hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin û careke din soza xwe dubare dikin ku em ê armancên wan bi ser bixînin. Ji bo ronîkirina komkujiya Parîsê ya bi namerdî hate kirin, em her kesên ku ev pênc sal in têdikoşin silav dikin.”
PKK’ê bi bîr xist ku demeke kin piştî komkujiyê kujer Omer Guney ji aliyê polîsên Fransayê ve hate girtin û bi salan li girtîgehên Fransayê ma. PKK’ê diyar kir ku tevî vê yekê jî kujer Omer Guney ji aliyê dadgeriya Fransayê ve nehatiye darizandin.
PKK’ê diyar kir, li girtîgehê tespît bû ku kujer Omer Guney endamê rêxistina îstîxbarata Tirk MÎT’ê ye, wezîfeya komkujiyê ji aliyê MÎT’ê ve jê re hatiye dayin û MÎT’ê xwestiye wî ji girtîgehê birevîne, lê tevî vê yekê jî tedbîreke cidî nehatiye girtin û li pêşberî edaletê nehatiye darizandin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku herî dawî bi gotina ‘li girtîgehê miriye’ dawî li pêvajoya lêpirsîn û darizandinê hatiye anîn.

ERDOGAN FERMAN DA

Komîteya Rêveber a PKK’ê wiha dewam kir: “Tevî ku kujer Omer Guney girtî bû, tevî ku îspat bû ku fermana komkujiyê ji aliyê MÎT a bi serokatiya Hakan Fîdan jê re hatiye dayin, tevî ku zelal bû, fermana kuştinê ji aliyê hikumeta TC a bi serokatiya Tayyîp Erdogan ji Hakan Fîdan re hatiye dayin, tevî ku ji daxuyaniyên Tayyîp Erdogan, Mehmet Alî Şahîn û Huseyîn Çelîk ên piştî bûyerê eşkere bû ku haya wan ji biryara komkujiyê heye jî, dadgeriya Fransayê ji bo girtina sûcdaran û darizandinê qet hewl neda û hikumeta Fransayê jî piştî bûyerê têkiliyên xwe yên baş bi Hikumeta TC û Rêveberiya Tayyîp Erdogan re dewam kir.”

‘HESAB WÊ JI KUJERÊN FAŞÎST BÊ PIRSÎN’

Komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileyê û têkoşîna li dijî komkujiyê dikeve sala şeşan. Bi destpêkirina sala şeşan re rêveberiya me komkujî ronî kir û di vê der barê de agahî da raya giştî. Kujerên faşîst êdî zelal û li pêş çavan e ku bi ti maskeyê nikarin xwe binixumînin û li benda kêliya dayina hesab in. Weke tevger û gel dil dixwest ku edaleta Fransayê bi cih were anîn û dadgeriya Fransayê cezayê heq dike li kujerên faşîst bibre. Mixabin me dît ku heta niha ev yek nehatiye kirin û hêviya me nîne ku ji niha û pê ve bê kirin. Lê belê edaleta Fransayê nexebite jî, edaleta Kurdan û wijdanê mirovahiyê wê bi cih bîne. Lewma, wê ji kujerên faşîst teqez hesab bê pirsîn. Pênc sal in ev hesab tê pirsîn, di sala şeşan de wê li ser bingeha hilweşandina rejîma faşîst a kujer bidome. Faşîzma AKP-MHP’ê wê bê hilweşandin, Tirkiye demokratîk bibe, Kurdistan azad bibe û bi vî rengî tola şehîdên me yên leheng werin hilanîn.”

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*