Sakîne dîroka jina azad e

0
42

Di dîroka civakan de kêm caran jinên berxwedêr, azad û leheng derdikevin û xwe dikin qurbana azadiya welatê xwe. Di dîroka Kurdistanê de jî kulîlkek bi navê Sara li Dêrsimê vebû û bêhin da jinên cîhanê. Sakîne Cansiz û herdu hevalên xwe ve bi berxwedanî û tekoşîna xwe mohra xwe li dîroka azadiya jinê xistin.
RIYA SAKÎNE TÊ ŞOPANDIN
Melsa Çiya Endama Rêveberiya Navanda Geşkirina Aboriya Jin li Kantona Efrînê yek ji kesên bi Sakîne Cansiz re maye. Melsa Çiya li ser kesayet û pêşengtiya tekoşer Sakîne Cansiz axivî û wiha got: Sakîne cansiz ji hevalên destpêkê ya demzrandina PKK’ê bû. Sakîne di sala 1958 li Dêrsim ji dayîk bûye, di sala 1976 bi fikira rizgarkirina kurd û Kurdistan dibihêse û bandor li ser raman û keseyata wê dike. Ji lewra ji Dêrsim diçe zanîngeha Enqerê û bi hevalên destpêkê mîna Mezlom Doxan û Kemal Pîr re diaxive û tevlî giropa wan dibe. Ji xwe bawarbûn û ceserata heval Sakîne xwedî wate û rol di damzrandina PKKê de bû. Melsa Çiya wiha pêda çû: “Sakîne yekemîn jinên ku tevlî nav koma rizgarkirina kurdistanê bû ye. Di sala 1978’an de tevlî Kongira Yekemîn ya PKK dibe. Her wiha piştra tê girtin û 9 salan li zîndana Amedê de dimîne. Cara yekemîn di dîroka kurdistanê de jinek kurd dikeve zîndanê û li berxwe dide û Rastî gelek îşkence û destdirêjî tê. Piştî berxwedaniya heval Sakîne di zîndanê de bi sedan jin tevlî nav refên gerîla dibin. Di sala 1989’an de ji zindanê derdikeve û di nav civakê de kar dike.

CESARATA SAKÎNE LI GELK JINAN BANDOR KIR

Endama Kongera Star ya Komîteya Civakî Nêrgiz Zagros jî bi heval Sakîne re maye li ser bandor û rola Sakîne di nav jinan de axivî û got: Bi Cesaret û dilnizimiya xwe gelek jin li dora xwe kom kir. Yek ji armancên tevlîbûna Sakîne azadkirina kurd û kurdistanê bû. Bi hemû jinan re têkliyên xwe ava dikir, piştî naskirina wê ji fikir û feslefeya Rêber APO re bi jinan re li ser azadkirina jin û kurdistanê diaxivî. Sakîne xwedî helwest û biriyar bû. tevî ku di zîndanê de rastî zilim û zorê dihat lê helwest û biriyara xwe nediguhrî. Ji bona vê sakîne mînaka jina azad bû, her tim bi rihê ciwantî û moralên bilind di nav qadên kar de bû. Di şerên giran de jî li berxwe daye û şerkiriye.

TEKOŞÎNA SAKÎNE BI HEZARAN JINÊN AZAD AFIRAND

Nêrgiz Zagros li ser her sê hevalên berxwedêr Fîdan Doxan, Leyle Şaylmaz û Sakîne Canisz wiha axivî û got:” Jinên mîna van her sê hevalan di dîrokê de kêm derbas dibin. Bi rihê berxwedaniya û azadiya jinê li Ewropayê kar dikirin, di hemû aliyan de xwe bi rêxistin dikirin û felsefeya Rêber APO li cîhanê belav dikrin. Berxwedanî û bi hêzbûna wan di dilê dijimin de tirsek mezin avakiribû. Ji lewra her sê heval di 9’ê çile de bi awayek hovane li Parîsê hatin kûştin. Dewletên navnetewî û dewleta faşîst ya Tirk xwestin bi kûştin Sakîne û hevalên wê rê li ber azadiya kurdistanê û şoreşa PKKê bigirin. Kuştina Sakîne û hevalên wê bandorek mezin li PKKê kir. Her wiha Serok APO Sakîne wiha pênasa dikir û digot: Sakîne dîroka azadiya jin e. Bi keda Sakîne Cansiz niha bi hezaran jinên azad hatin afirandin.

Avşîn ÎBRAHÎM, Dilar ELO

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*