Hevserok tên hilbijartin û komîte tên avakirin.

0
32

Di 1’ Kanûnê 2017’an de li bakurê Sûriyê hilbijartinên rêveberiyên herêmî pêk hatin. Piştî hilbijartinan li hemû bajar û navçeyan hevserokên nû tên hilbijartin û komîte tên avakirin. Li Til Temir, Şehba, Raco, Çelebiyê û Eyn Îsa jî hevserokên meclîsan hatin hilbijartin û komîte hatin avakirin.

Piştî hilibijartinên rêveberiyên herêmî yên bakurê Sûriyê diyarkirina komîte û hevserokên meclîsan jî berdewam dike.

TIL TEMIR

Girêdayî Kantona Hesekê Zeyneb Îsa û Mihemed Xelo wekî Hevserokên Şaredariya Gel a navçeya Til Temir hatin hilbijartin.
Meclîsa Gel a Herêma Til Temir a girêdayî Kantona Hesekê bi armanca ku Hevserokên Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê bêne diyarkirin, civîneke li dar xist. Civîn bi rêveberiya Komseriya Bilind a Hilbijartinan hate lidarxistin.
Di civjînê de mekanîzmaya hilbijartinan ji aliyê rêveberan ve hate şîrovekirin û hêviya serkeftinê ji endaman re hate xwestin.
Di civînê de hilbijartin hatin kirin. Di encamê de Zeyneb Îsa û Mihemed Xelo li gorî piraniya dengan bûne hevserokên Şaredariya Gel a navçeya Til Temir û Rûken Hesen û Ridwan Xelef jî bûne cîgir.

EYN ÎSA

Bi amadebûna hevserokên meclîsên rêveberên herêmî yên navçeya Eyn Îsa û gundewarên wî yên ku di hilbijartinên 1‘ê Kanûnê de bi serketibûn, civîneke li avahiya meclîsê ya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî hate lidarxistin.
Di civînê de cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Kantona Girê Spî Sebrî Nebo lîsteya navên hevserokên meclîsên herêmî yên navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê ku hejmara wan 42 kes in xwend.
Hevserokên meclîsan jî bi zimanê Kurdî û Erebî sond xwarin û tekez kirin ku ew ê li gorî baweriya ku gel dane wan bin.
Bi armanca hilbijartina Hevserokên Meclîsa Navçeya Eyn Îsayê û cîgirên wê hilbijartin hatin kirin, di encamê de Şehnaz Daûd û Siûd Mihemed bûn hevserok û Sewsen Emîn û Mustefa Mihemed bûne cîgir.

ŞEHBA

Meclîsa Kantona Şahbayê ya herêma Efrînê li navenda navçeya Fafîn civînek li dar xist. Di civînê de du berdevkên meclîsê hatin hilbijartin û komîteyên wê avakirin. Di civînê de Hevserokatiya Meclîsê Wefaa Mustefa û Îmad Dawûd û hemû Endamên Meclîsê amade bûn.
Di civînê de nîqaş hatin kirin û komîteyên meclîsê yên ″Dada Civakî, Parastina Civakê, Aborî, Tenduristî, Perwerde, Jin, Ciwan, Karûbarên Civakî, Çand û Huner, Şaredarî û Hawîrdor û Şopandin″ hatin avakirin.
Piştre Endamên Meclîsê du berdevkên Meclîsê hilbijartin û erkên wan diyar kirin.

RACO

Bi armanca hilbijartina hevserokên meclîsa herêma Racoyê civîneke li Salona Mîr a gundê Hec Xelîl hate lidarxistin. Di civînê de endamên meclîsên navçeyên girêdayî herêma Raco (Meydana, Bilbiê û Badîna) amade bûn.
Di civînê de rêziknameya komîn û meclîsên herêmî ji aliyê Hevserokê Kantona Efrînê Osman Şêx Îsa ve hate xwendin. Piştre jî endamên meclîsan sond xwarin.
Di civînê de hilbijartin hatin kirin, di encamê de, Remedan Mihemed Ebdo û Fedîla Abidîn Şêxo bûne hevserokên meclîsa herêma Racoyê û Mihemed Ekrmed Reşîd û Nazlê Bereke jî wekî cîgirên hevserokatiyê hatin bilbijartin.

ÇELEBIYÊ

Li herêma Firatê jî rêzecivînên ji bo hilbijartinên hevserokên meclîsên rêveberên herêmê didome.
Piştî ku hevserokên Meclîsa Kantona Kobanê hatin hilbijartin û erkên wan hatin diyarkirin, ji bo hilbijartina hevserokên meclîsa navçeya Çelebiyê civîneke hate lidarxistin.
Endamên meclîsa navçeya Çelebiyê sonda pêkanîna karê xwe xwarin. Di civînê hilbijartinan de hilbijartin hatin kirin, di encamê de ,Xedîce El-Faris û Mihemed Elî Ebdulrehman bûne hevserokên navçeyê û Ebdulezîz El-Esker û Meyada Mehmûd Dellî jî bûne cîgir…ANHA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*