Salek ji xebatên wêje û çandê

0
47

Li Rojava û bakurê Sûriyê di sala 2017’an de di warê çand, huner û wêjeyê de gelek pêngavên mezin hatin avêtin û xebatên girîng hatin kirin. Di nava salê de gelek çalakiyên cihê reng hatin lidarxistin.

Li Bakurê Sûriyê di sala 2017’an de di qada Çand û Hunerê û wêjeyê de gelek pêşketinên girîng pêk hatin.

SAZİYÊN ÇANDÊ Dİ BAKURÊ SÛRİYÊ DE
Desteya Çand, Yekîtiya Rewşenbîran, Yekîtiya Nivîskarên Kurd ên Sûriyê, Yekîtiya Rewşenbîrên Rojava, Tevgera Hîlala Zêrîn a Çandî û Komeleya Jinên Çandê…hwd. ji sazî, komele û yaneyên çandê vabûne.

SALEK DAGIRTÎ Û SERKEFTÎ
Di sala 2017’an bi Mihrîcan, çalakî û konferansan dagirtî bû. (3.Mihrîcana Şano, Huner û Wêjeya jin, Hunera Zaroakan, 1.Mihrîcana Sînema, 3.Mihrîcana Govendê, 2.Mihrîcana Mîtan, 2.mihrîcana Arîn, Yaneyan hevdîtinên hunermendên Rojava, 1.Mihrîcana Jinên Ciwan ser astabakurê Sûriyê, Mihrîcana vejîn a cil û bergên kurdî û xwarinên filkorî). Her wiha gelek Konferans û civînên ji bo nirxandina xebatên salekê û pêşxistana qada hunerê di vê salê de (1.Konferansa TEV-ÇAND, 1.Konferana Kevana Zêrîn, Konfernsa jinên Rewşenbîr û Konfernsa Yekîtiya Hunermendan) hatin lidarxistin.

ÇALAKİYÊN ÇAND Û HUNERÎ

Di bin sîwana YPG û bi alîkariya QSD’ê Yekîtiya Rewşenbîrên Rojava di bin duruşmeya “Solganên Hunerî dijî şer” çalakiya bi navê Sempozyûm ku 3 rojan dewam kir li Reqayê hate lidarxistin û tê de 18 tabloyên wênezasî li Çerxerêya Neîm hatin pêkêşkirin.
Li Herêma Minbicê jî di 18’ê Kanûnê de Komîteya Yekîtiyên Hunerî hatin avakirin. Di çarçoveya çalakiyên ji bo rêbertî de jî qada çandê cihê xwe têde girt. Ku 6 hunermendên wênesazê ji yekîtiya Rewşenbîran li Herêma Efrînê bi armanca şermezarkirina tecrîda ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, wêneyên Rêbertî sazkirin û ketin girêva biçîbûnê.
Di çarçoveya çalakiyên YCR’ê de di hemleya Serî hilde û hemleya “welat welatê me ye tolhildan soza me ye” Endamên TEV-ÇAND a Demokratîk li Efrînê stran û şano pêşkêşkirin.

PÊŞENGEHÊN PİRTÛK Û HUNERÎ
Cara yekemîn li ser asta Bakurê Sûriyê pêşengehek pirtûkan bi hemû rengan bi navê (Pêşengeha Pirtûkên Rojava Ş.Herekol) hate lidarxistin. 37 saziyên çandî, dewreyên weşanxaneyê û zêdeyî 30 hezar pirtûk bi zimanê Kurdî, Erebî, Suriyanî, Tirkî û Engilîzî beşdarî vê pêşengehê bûn. Di bin sîwana Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê de 3 pirtûkên Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê hatin îmzakirin. Bi armanca hêzdayîn û pêşxistina hunera wenesaziyê, çalakiya Hevdîtina Rojava yê hunera Wênesaziyê hate lidarxistin. Li Heleb jî 1.Mihrîcana Filklora gelerî hate lidarxistin, 7. Pêşengeh bi navê (Rengên ji Efrînê) her wiha bi dehan pêşengehên hunerî û wênesaziya bi fehem û şewtandinê hatin lidarxistin.

BÎRANÎNÊN PÊŞENGEHÊN ÇAND Û HUNERÊ

Ji ber ku hunermend û wêjevan kevneşopiyên me ne, ku bi saya wan heya niha çan û hunera resen hatiye paratin erkameye ku em wan kesên xwedî mîrateyên çandê bi bîr bînin. mîna(Mihemed Şêxo, Ceger Xwîn, Osman Sebrî, Seydayê Tirêj, Xelîl Kalo û Ehmed bavê Lava…hwd.) ev kesên ku muhra xwe li dîroka çandê xistine gelek çalakiyên bîranênê ku bi navên wan hatin li darxistin, wek pêşengeha pirtûkan bi navê wêjevan Ş.Herkol )Hisên Şawîş). Her wiha Mihrîcana Wêje bi navê Helbestvanê Kurd Osman Sebrî hate li darxisti.

PARASTİNA ŞÛNWARAN Û
PİŞTRASTKİRİNA DÎROKÊN ÇANDÎ

Her Şûnwar dîroka şaristaniyek ango gelan vedibêje û dîrokên wan piştrast dike. Desteya Parastina Şûnwaran di parastina cihên dîrokê de di vê salê de xwedî rol bû, gelek çalakiyên ber bi çav hatinkirin. Her wiha Tîkîliyên hevbeş bi gelek Mîsyûmên Arkeolojî ên ku berî li Rojava û Bakurê Sûriyê xebitîne hatin avakirin, her wiha Desteya parastina Şûnwarî 3 vexwendinên ji bo beşdarbûna konferansa cîhanî bûye. Wek Desteya Parastina Şûnwaran 20 deverên çûnwarê nûkin wek Herêm û bajarokên li Tebqa û Reqayê (Til Bêder, Şiyûx, Keliha Cober, Çiyayê Elsin, Til Swyhat, Til Ebid, Til Cirniyê, Til Osman, til Helawa, Goristanên Cirniyê û El Mehmiye, El Resafa, Til mensûra, Elsûra, Til Meslûba, Til ElSedîn, Til Elqeyser û Benat Ebû Hureyera…hwd). Her wiha Pêşengehek foto ser jin di dîrokê de lidarxist, di heman demê de gelek qursên perwerdê ji xwendekarên Arkolojî re hatin çêkirin. Herî dawî de jî di 23’ê Kanûnê de 1. Mîhrîcana Mûzîkê ser asta Bakurê Sûriyê bi beşdarbûna hemû pêkhatiyan hate li datxistin. Şoreşa çandî ya Rojava û Bakurê Sûriyê şoreşek ramanî û çandî ser hîmên Netewa Dîmokratîk hatiye avakirin.

Ferîşte NEZÎR

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*