Sedema aloziyê dîktatoriya Îranê ye

0
12

Meclîsa Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo serhildanên lî Îranê ragihand û diyar kir ku sedema krîz û serhildanên li Îranê rêjîma dîktator ya Îranê ye. MSD’ê wiha got, “Rêjîma desthilatdar bi navê ol û neteweyê vîna gelên azad têk dibe. Em piştgiriyê didin serhildanên gel û daxwazên wan yên demokratîk.”

Meclîsa Sûriya Demokratîk piştgirî da raperîna gel a li Îranê û destnîşan kir ku Rojhilata Navîn yekîtiyeke dîrokî, çandî, aborî ye û nayê parçekirin.
Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) têkildarî raperîna gel a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxuyaniyek da .
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin, “Hovîtiya rêjîma diktator a Îranê û kûrbûna kirîza aborî bû sedema belavbûna xizaniyê. Li hemberî van polîtîkayan bi hezaran gel daketin qadan û banga hilweşandina rêjîma molayan kir. Xwepêşandina gel rastî tundiyê ve hat, di encamê de sivîl şehîd bûn û bi sedan jî hatin girtin. Rêjîma desthilatdar bi navê ol û neteweyê vîna gelên azad têk dibe.
Em wekî Meclîsa Sûriya Demokratîk piştgiriyê didin serhildana aştiyane ya gel û daxwazên wan ên ji bo azadî û demokrasiyê.
Gelê Îranê bi hemû pêkhateyên xwe, ji hemû ol, mezheb û netew karîbûn şarestaniya herêmên dewlemend bikin û jî cîhanê re hebûna xwe îsbat bike.
Rola neyinî ya rêjîma Îranê li hember daxwazên gel, her wiha di beşdarbûna wan ya di şerê li Sûriyê li gel rêjîmê ne veşartiye ku aloziya hûndirîn kurtir kir, ji ber vê yekê hêrsa li hember wê zêdetir bû.
Cardin em piştgiriya xwe ya bi daxwazên gelên Îranê û hemû gelên azadîxwaz radigihînin. Rojhilata Navîn yekîtiyeke dîrokî, çandî, aborî ye nayê parçekirin, êşa gelê wê êşa me ye û azadiya wê azadiya me ye.”

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*