Ev hewldanên têkbirinê jî wê bi ser nekevin

0
28

HDP’ê li ser cezayên girtîgehê yên li siyasetmedarên Kurd hatine birîn daxuyaniyeke nivîskî da û got, “Ev hewldanên tunekirinê wê mîna yên beriya xwe bi ser nekevin.”
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li ser cezayên ku bi sala nû re li wekîlên partiya wan hatin birîn daxuyaniyeke nivîskî da. Daxuyanî wiha ye:
“Sala 2018’an li dijî HDP’ê operasyonên qirkirina siyasî bi gavên nû dewam dikin. Careke din hiqûq binpê kirin û berjewendî derketin pêş.
Dema di warê hiqûqî de li mijarê bê mêzekirin, tu aliyê wê yê hiqûqî tune, bi îdiayên bê bingeh û bi derewan tije kirine, îdianameyên dozgerên wekî FETO’yê ku avêtine hundur amade kirine, cezayan bi awayekî bê edalet, bê hiqûq û bê wijdanî dibirin.
Li Serokwekîlê Komê û Wekîlê HDP’ê yê Amedê Îdrîs Balûken 16 sal û 8 meh; li Alîkara Hevserokên Giştî ya HDP’ê Aysel Tûglûk salek û 6 meh; li Wekîla Şirnexê Leyla Bîrlîk salek û 9 meh; li Wekîla Amedê Nûrsel Aydogan salek û 3 meh; li Wekîlê Wanê Adem Geverî salek 6 meh; li Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel 2 sal û 3 meh ceza hat birîn.
Plan gelekî vekirî ye; yek bi yek cezayê wekîlên partiya 3’yemîn a Meclîsê HDP’ê bibire û wekîltiya wan bixe. Bi vê fîgurên siyasetê ji siyaseta demokratîk bixe û tasfiye bike. Bi vê rêyê tevgereke siyasî ya li Tirkiyê hêviya demokrasiyê ye, tune bike.”
HDP’ê herî dawî got ku, “Em dawiya hempîşeyên wan a bi xemgînî dizanin û hişyar dikin!” û destnîşan kir ku ew ê hewldanên tasfiyekirinê bi ser nekevin.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*