Sevê, Pakîze û Fatma pêşengên gel bûn

0
35

Endama Koordînasyona PAJK’ê Evîndar Ararat diyar kir ku 3 siyasetmedarên jin ên Kurd ên li Silopiyayê di dema berxwedana xwerêveberiyê de şehîd bûn rêberên gel in.Endama Koordînasyona PAJK’ê Evîndar Ararat, siyasetmedarên Kurd Sevê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên di 6’ê Çile ya sala 2016’an li Silopiyayê di dema berxwedana xwerêveberiyê de ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin kuştin, di salvegera komkujiyê de bi bîr anî. Ararat işaret bi pêşengiya mezin a jinan a dema berxwedana xwerêveberiyê kir û destnîşan kir ku Sevê, Pakîze, Fatma û Asyayan jî di têkoşîna azadiyê ya Tevgera Jinê de bi berpirsyariya pêşengiyê rabûne. Ararat got, “Hem ji bo afirandina rêxistinbûna civakî, hem ji bo birêxistinkirina sîstema xweseriya demokratîk û parastina wê, gelekî hewl dan, ked dan û têkoşiyan. Hevalên Sevê, Fatma û Pakîze hem li nava têkoşîna azadiya jinê, hem jî di têkoşîna azadiya civaka Kurd de kedeke mezin dan. Ji ber vê yekê gelê me ev hevalên jin weke rêberên gel bi nav kirin. Bêguman navê van hevalên me derdikevin pêş û tên bîranîn, lê belê tevî wan, bi sedan jinên Kurd, dayikên Kurd, ciwanên kurd di berxwedana xwerêveberiyê de bi lehengiyeke mezin têkoşiyan û bi lehengî tevlî nava karwanê şehîdan bûn.”
Evîndar Ararat bi bîr xist ku hemû cîhan û saziyên navneteweyî li pêşberî komkujiyên hov ên di berxwedana xwerêveberiyê de hatin kirin bêdeng ma û wiha dewam kir: “Di pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê de mîna kuştina hevalên Sevê, Fatma û Pakîze, li pêş çavên tevahiya cîhanê bi sedan jin, ciwan û zarok hatin kuştin, li jêrzemînên avahiyan hatin înfazkirin, lê belê cîhan bêdeng ma. Bêguman ev yek peyamek ji gelê Kurd, ji jinên Kurd, ji me re bû. Em neçar in xwe bispêrin hêza xwe. Heta ku em xwe bi rêxistin nekin, em bi hêza xwe tênekoşin, wê têkoşîna azadiyê bi ser nekeve.”…ANF

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*