Bi hezaran ji bo Ocalan meşiyan

0
36

Li Rojava û bakurê Sûriyê meş û çalakiyên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê navber didomin. Di vê çarçoveyê de li bajarên Efrîn û Girkê Legê bi beşdariyan hezaran kes meşên girseyî hatin lidarxistin. Kesên ku tevlî meşan bûn diyar kirin ku heta ew agahiyê ji rêberê xwe negirin wê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Li Rojava û bakurê Sûriyê hêrsa gel ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê navber berdewam dike. Gel bi meş û çalakiyan hêrsa xwe tîne ziman û tecrîdê şermezar dike.
Bi pêşengiya Kongreya Star, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV –DEM), Yekîtiya Ciwanên Rojava, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza diyarkirina rewşa wî ya ewlehiyê bi hezaran welatiyên Kantona Efrînê tevî barana zêde jî daketin qadan. Gerseya gel ku posterên Rêveberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên TEV-DEM, YPJ û YPG‘ê û pankartinên bi nivîsên “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Gefên Tiriyê wê vîna gelê Efrîn neşkîne” bilind kiribibûn li Çerxeriya Newroz kom bûn û ji vir dest bi meşê kirin.
Meş li Qada Şehîdan vegeriya mîtîngekê.
Di mîtîngê de ji Rêveberên TEV-DEM’ê Hisen Mihemed, endamê Koordînasyona Star Sûad Elîko û endama Yekîtiya Ciwanên Rojava Gulê Cemo axivîn.
Jinên navçeya Girê Legê ya Kantona Qamişlo jî bi armanca ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan û durişmeya “Em ê 2018’an bikin sala azadiya Rêber Apo” qîr kirin.
Li navçeya Girkê Legê bi sedan jin, endamên saziyên civaka sivîl, Asayîşa Jin daketin qadan û meşeke girseyî lidar xistin.
Jinên ku di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, al û sembol Kurdî bilind kiribûn, destpêkê li Qada Şehîd Xebat a navçeya Girkê Legê kom bûn.
Di çalakiyê de pankartên wekî “Bimrie hêzên komploger û emperyalîzm”, “Bijî Serok Apo” û “Em ê 2018’an bikin sala azadiya Rêber Apo” bilind kirin.
Meşa ku ji kolana sereke ya Girkê Legê destpê kir li Qada Azadî veguherî mitîngê.
Di mîtîngê de ji rêveberên Kongreya Star Zeyneb Efrînî axivî û diyar kir ku heta agahiyek pêbawer ji rewşa tenduristiyê ya Ocalan bigirin, ew ê çalakiyên xwe bidomînin…ANHA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*