Li Kantona Şehbayê xebatên ciwanan

0
11

Piştî rizgarkirina bejahiyek fireh ji kantona Şehba, kar û barên rêxistinî ji nûde hatin zindî kirin. Di serî de, faktor û dînamîka sereke yên civakê ciwan bi rengekî rêk û pêk tên birêxistinikirin. Li bajrokên Şehbayê ku rastî gelek kom çete û çekdaran hatibû, bandora ramanên wan yên dij demokrasî û talankirinê gelek li ciwanan bûn. Bi taybet jî ji ber ciwanên wir ereb in. Çeteyan bi gelek rê û rêbazan dijmintiya di navber kurd û ereban de sor dikirin.
Li ser xebat û karê Yekîtiya Ciwanên Rojava Li Şehbayê rojnameya me agahî ji Endamê Rêveberiyê Akif Ehmed girt û ev rapor amede kir.

DESTPÊK ZEHMET BÛ
Di destpêka rêxistinkirina jiyana bajarekî ku nû hatibe rizgarkirin de zehmetî gelek in. Çi ji aliyê qebûl kirin an jî ji aliyê hişmendî. Endamê rêveberiya ciwanan li Kantona Şehbayê Akif Ehmed dibêje, “ji ber ku gelek lîstok li ser ciwanan hatibû kirin û hişmendiyekî talanker û dijdemokrasiyê hatibû ferz kirin, ciwanên li Şehbayê, taybatî yên ereb gelek banforek neyînî li ser hişmendiya wan kiribû. Ji 2 salan û vir ve hêdî hêdî me karîbû wê hişmendiyê bişkînin û ciwanan tevger bikin.

4 NAVEND HATİNE
AVAKİRİN
Li seranserî Kantona Şehbayê navendên ciwanan hatin avakirin. Navenda sereke li navçeya Kafaranyayê ye, her wiha li bajaroka Fafîn û Ehrezê û mentîqaya Til Rifaat jî hatine avakirin. Piştî xebata 2 salan li gundewarên Şehbayê jî tevgera ciwanan xwe tevger dike.

ROLA XWE Dİ
HİLBİJARTİNAN
DE LÎSTİN
Ciwan dînamîka civakan e. Di hilbijartinên komîn û meclisên herêmî yên Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê de ciwanên Şehbayê rolekî mezin lîstin. Ehmed dibêje ” ji bo alîkarî û mjarên parastin û propogandeya hilbijartinan ciwan rolekî mezin lîstin. Taybetî yên ereb cara yek li vê herêmê bi vîna xwe hesiyan.
TEVLÎ HEMÛ
PÊNGAVAN BÛN
Di salekê de, Yekîtiya Ciwanên Rojava gelek pêngav dabûn destpêkirin. Yek ji wan pêngavan pêgava (Serî hilde) ye. Di vê pêngavê de, li Şehbayê ji aliyê ciwanên ereb ve eleqeyek mezin hatin nîşandan. Akif Ehmed dibêje ” ji ber ku ciwanên ereb bi ramanên Rêber APO bandor bûn, di pêngavan de xwedî li ramana Rêbertî derdikevin” hêjayî gotinê ye ku li bajaroka kefrnaya ji ber tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ciwanekî ereb agir berda canê xwe.

Jİ BO CİWANÊN EREB PERWERDE
Di nava salekê de gelek dewreyên ramiyarş ji bo ciwanên ereb li Şehbayê hatin bi rêxistinkirin. Akıf ehmed got ” me 2 dewreyên ku piraniya ciwana têde ereb bûn xilas kirin. Di wan dewreyan de 30 ciwan hatin perwerdekirin. Niha jî amedekariya dewreyekî din tê kirin. Di palnsaziay me de jî rêxistinkirina meşekî mezin li ser Asta Kantona Şehbayê heye. lê em ê slogan û armancên wê di demên pêş de raghînin… Ronahî/ Şehba

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*