Rewşena xweda Efrîn ronî kiriye

0
10

Li Efrînê di destpêka 2013an de Kilîseya Yekîtiya Xiristiyanên Protistant a Incîlî (Awirlêdayê Baş) a girêdayî Koma Yekîtiya Kilîseyên Incîlî li Sûriyê û Lubnanê vebû. Li gorî keşeyê vê kilîsê Valo Hennan ku kurdekî Efrînê ye armanca wan ew e; li gorî wesîyeta xweda Yesû ragihandina mizgîniya xelasê ye. Ta ku ferdên kilîsê bibin mînak, di aliyê ruhî, ededî û civakî de binevaniya wan bê sazkirine. Ji bo pêkanîna van armacên borî, avakirina avahî û kilîseyên pêwîst.

CUDABÛNA MEZHEBAN ALOZÎ BÛ

Keşe Valo li ser bisporiya Kurdan dibêje: Di sala 2007an de kilîseya Yekîtiya Incîlî ya Neteweyî li Helebê bi komeke biçûk bi lidarxistina nimêjan dest pê kir. Yekemîn civîna bisporiya Kurdan di sala 2008an de li Hevoliya Awirlêdayî li Helebê bû. Kilîsê ji bo belavkirina navê Hz. Mesîh pirtûkên pîroz ji şagirtan re dabîn dikir.
Valo derbarê çawaniya derbasbûna xwe ya Efrînê ev tişt got: Beriya pêla koçberiya Kurdan me serdana Efrînê dikir. Di boneyên xiristiyanî de me civînên ruhî li dar dixist û alîkarî belav dikir. Me ev xizmet di bin navê xizmeta malbatan de dikir. Heya wê çaxê ti civînên fermî tune bûn. Wê demê xiristiyanên Kurd ên girêdayî mezhebên dîtir hatibûn Efrînê. Ev cudabûna mezheban bû sedema alozî û redkirina hinek aliyan. Piştî gelek civînan me cihekî mayînde bi navê Kilîseya Şivanê (Awirlêdayê) Baş vekir ku em têde niyaz û nimêjên xwe heftane li dar dixin.

LI NAVÇEYAN ERKDAR HENE

Valo derbarê kar û xizmeta ku dikin de ev tişt li axaftinên xwe zêde kir: Ji ber tengezariyên aborî hinek birayên me mecbûrî koçberiyê bûn. Gelek hevalên me li cihên lê dimînin (Istenbol, Dîlok, Sirûc,..hwd) malên xwe veguherandin kilîse û xizmetên xwe pêşkêşî malbatên xiristiyan ên Kurd dikin. Kilîseya Efrînê piştgiriya madî dide mirûd û şagirtên xwe. Ji bo perwerdê jî dişîne fakulteyên taybety ên zanîna Lahûtê (zanîna xweda) li Lubnanê.
Keşe Valo awayê birêxistinkirina karê kilîseyê li Efrîn û navçeyên wê bi van hevokan şîrove kir: Li her navçeyeke Kantona Efrînê berpirsekî erkdar heye. Komîteya kilîsê bi awayekî heftane serdana wan navendan dike û karê tê kirin bi rêk û pêk dişopîne.

EM SPASDARÊ
AFRÎNERÊ VÊ
SÎSTEMÊ NE

Keşe Valo Hennan di dawiya axaftina xwe de got: Tevî reşantiya ku xwe li dora welatê me ev çend salin gerandiye, lê xweda bi rewşena xwe gelê Efrînê ronî kiriye. Em weke xiristiyanên Efrînê di siya vê sîstema Xweser a Federasyona Bakurê Sûriyê de ku hemû etnîk, ziman, ol û rêolan dihewîne nava xwe, bi serbestî û bê tirs nimêj û ayînên xwe li dar dixin. Ji ber vê yekê em di serî de xweda û piştre jî afrînerê vê sîstema Federal spas dikin ku piştgiriya me di pêkanîna erkên gewere de kirin.
Hêjayî gotinê ye ku ev firqeya xiristiyan weke mezhebekî reformîst li hember katolîk û artodoksan çêbûye. Li gorî hinek aliyan jî koma bi navê protistand tê naskirin li her ciha lê mezhebekî misyoner e. Li gorî hinek jêderan jî rehên wê yên baweriyê xwe dispêrin fikir û pernsîbên syonîzmê. Azadiya ramanê li cem wan tenê di çarçoveya rexneya mezhebên dîtir de ye. Ew jî li dijî zanist û felsefeyê radîkal bûn ku damezrînerê wê Lother digot; tu nikarî him incîl û him aqil qebûl bikî, yek jê pêwîste rê ji ya din re veke. Aqil dijminê herî mezin ê olê ye.

Ikbal BEDRAN

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*