Tirkiyê û êrîşên li ser Efrîn

0
8

Beriya du rojan, ango di dîroka 07-01-2018`an de du nûçeyên balkêş ketin ajansa û bûn mijarên sereke yên dezgehên ragihandinê, ji van nûçeyan Rûs û Emarîka lihevkirine ku hêzên QSD`ê bajara Bokemalê ku dikevê Başûrê Rojhilatê bajarê Dêrezorê li ser sînorê Îraqê kontirol bikê bi armanca ku pêşê li milîsên şîhî yên bi ser Îranê va bigrê, dema mirov di navaroka vê nûçê dinirê û li pêş vê perdê duxînê nûçeyekî bi vê rengî ne ji rêzê hatiye amadekirin, li pêş vê nûçê hesabên zirav û berjewandiyên kûr yê Rûsa û Emarîka hene, Emarîka ji bû Zextê xwe li ser Îranê Zêde bikê û piştgiriya xwe ji serhildanên gel yên Hundir bidê Nîşandin xwe mecbûr dibînê ji derve de pêşketinin Îranê hin ji aliyê Leşgerî hin ji aliyê Diblomasiya Asteng bikê. li ser vê Esasê mecbûr dibînê di Sûriyê de gevan bavêje û aliyê herî gincaw karibê bi wî re lihevbikê weke aliyekî bi wî re lihev bikê ew jî QSD`ê ye ji ber yekane hêza ku li rex hêzên hevbeyman sekiniya û şerê DAIŞ`ê kiriyê QSD`ê bû ji bo Emarîka pilana xwe li ser îranê bibe serî Careke din bi hajetî QSD`ê yê ji ber ku QSD`ê xudî du rolên Girînge di Sûriyê de. yek ji bo aramî û Estiqrara Sûriyê ku bi xwe Emarîka dibêjê ku QSD`ê bingeha artêşa netewî ya Sûriyê ye. A duyemîn jî Emarîka ku ji bo karibê Îranê astenk bikê di Sûriyê û Sînorekî Ewle di navbera Sûriyê û Îraqê de bidê avakirin bi hajeyî QSD`ê ye.
Li hember van geşedanan li gor çavdêrên Siyasî û şerezayên heremî yekana riya ku Emarîka bighînê riya xwe bi naskirina QSD`ê ye û bi Naskirina Statoya Fedrasyona Bakurê Sûriyê heye,
Mijara din ku di çabemeniyê de ku mijara Sereka girtî Tirkiyê û Operasyona li ser Efrînê. weke wîn dizanin di pêncê vê berven barê de ajansa ANF`ê dîmanên MÎT` a Tirk û di Encamê Operesyonekê Taybet de, û li başûrê Kurdistanê hatibûn girtin hatin weşandin, ev dîmen di sal vegera Qetil kirina sê Tekoşerên li Barîsê û bi destê mîtê de hatibû kirin û weke Intîqam hate bi navkirin. Xalekî din balkêş ev dîmen di Erefeya Salvegera Damizrandina Mît a Tirk da hate weşandin Tirkiyê di dîroka 07-01-018 `an aşkere kir ku ew nexaşxaneya didin avakirin ji bo ku operasyonekê dijî Efrînê bi derbixin di heman rojê de, hinek Nûçeyên derbarê peymana lihevkirina di navbera rêjîma Sûriyê û Rûsiya hate aşkerekirin, peyman wiha ye li beramberî Idlibê Efrîn. angoTirkiyê rêxistina Terorîst Cebhet El-Nusra ji başûrê Idlibê derkevê û wê herêmê heyanî bighînê balafirxaneya Ebo Dihûr di bin çavderiya Rûsiya radestî rêjîma Sûriyê bikê, Tirkiyê jî Çeteyên El-Nusra derbasî bajarê Ezaz Exterîn bikê. Bi vê yekê Tirkiyê Çembera ku pêlan dikir li ser Efrînê bişdînê Temam kir mirov dikarê vê yekê weke Qonexa yekemîn ye Operasyona Tirkiyê Ii ser Efrînê bi nav bikê. Qonexa duyemîn bi şerê pisqulojî û bi nûçeyên şerê Taybet ango Tirsê bixê nava gel, Qonexa Siyemîn û yê dawî bi çeteyên ku li Tirkiyê hatiyê amadekirin û perwerdekirin weke Mertêla Firatê û Cebhet El-Nusra û desteka hewayî û bi piştgiriya Teknîk û balafirên Şer êrîşê xaka Efrînê bikê.
Di vê derbarê de fermandarê YPG`ê Sîpan Hemo di serhildana xwe ya Rûsiya diyar kiribû ku ji bo Tirkiyê Êrîşê Efrînê bikê wê berî her tiştî şert û mercên bidê avakirin êrîş bikê, duyemîn jî şerê Efrînê jî wê bibê destpêka tune bûnê hikumeta AKP`ê di Efrînê de.

Ednan MISTEFA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*