Mîna parsekan li deriyê bê hêvî jî dide

0
31

Siyaseta Erdoxan li hundir û derveyî Tirkiyê xetimiye, piştî derbeya leşkerî ya li Tirkiyê bi ser neket, êdî Erdoxan ji berjewendiyên partîtî veguherî ya keseyetî û xwest bibe sultanê osmanî li gorî vê jî, tev gerî li beramberî vê nerazîbûnên gelê Tirkiyê û yên partiya AKP û MHP ê li dijî Erdoxan bi pêş ketin. Di milê leşkerî de, her roj ciwanên gelê Tirk di şerê de li dijî gelê kurd de, tên kuştin, ev jî ji bo detshilatiya Erdoxan a kesayetî ye, di mêlê aborî de, leyreya Tirkî li gorî Dolar rojane nirxê xwe wenda dike û rewşa gelê Tirk ya jiyana aborî dijwar dibe, li milê nivîskar , rojnamevan, xwediyên nerîna azad tên zindankirin û zarokên gelê Tirk di dibistanên olî de, nola DAIŞ’yan perwerde dike û nijadperestiyê li gel gelê Tirkyeyê bi pêş dixe ev jî dibin sedem ku gelê Tirkiyê li dijî desthilatiya Erdoxan a kesayetî rabe serhildanê. Erdoxan hemû şêwe û rêbazên nemirovî li dijî gelê kurd pêk anîne, pişaftina çand û ziman, malwêrankirin, bombebarankirina gund û bajarên kurdan, zîndankirina kesên kurd ên mîna sembol û nirxên welatparêziyê wek tecrîda li ser Rêberê Gelê kurd rêzdar Ocelan û li vê dawiyê jî Betlîsê hestiyên pakrewanan ji goristanê derxistin û birin cihekî nediyar, mînakên van kiryarên nemirovî li cîhanê nînin ev tê wateya ku ew ji hestiyên şehîdan ditirse. Siyaseta Erdoxan a derve jî têk çûye pêşketinên kurdan li Rojava û bakurê Sûriyê siyaseta Erdoxan pûç kiriye û vala derxistiye ji ber wî terorîst destek kirine gelê Sûrî û yê cîhanê ne rihet kiriye li beramberî vê kurdan bi xwîna şehîdan li Sûrî, Rojhilata Navîn û cîhanê mirovahî parastiye ji bo vê jî, rêya Erdoxan dişopîne dixetime û pirojeya biratiya gelan a kurdan jî mîna herikîna bayê bi lez pêş dikeve. Sala 2018 an wê bibe sala şer li dijî cebhêt El Nesra li Idlêb, Hema û Hums û xota rojhilatê Şamê û piştî têkçûna DAIŞ ê li ser destê QSD ê pêvajoya çareseriya siyasî jî wê li Sûriyê çalaktir bibe, bi vê jî dewletên navnetewî neçarin nûnerên gelê Sûriyê yên rasteqîn bînin civînên çareseriya şerê Sûriyê. Di dawiya meha sibatê de, wê civîn li Sûtçî li dar bike ji bona vê jî, Rûs vexwendina 155 nûnerên gelên bakurê Sûriyê dike, ev jî dihêle ku Erdoxan hişê xwe wenda bike. Ji ber her tim Erdoxan bi rêya Rûsan kurd li derveyî civînên navnetewî hiştine ji ber kurd di şerê Sûriyê de, hêmanê herî bingehîn û sereke nayên başguhkirin û bêyî kurdan çareserî ne gengaz û pêkan e. Bi vê jî piştî Emerîka, Ewrupa wê deriyê Rûsan jî, li Erdoxan were girtin û nekokiyên Tirk û Rûs jî, bi pêş bikevin. Piştî Rûs bi rêya Erdoxan qaşo artêşa azad ji hev belav kir û karê xwe pê qedan wê dewleta Tirkiyê biavêje sergoyê dîrokê. Parsekvan kedê nade dixwaze li ser keda mirovan bijî, ji bo vê jî li hemû deriyan dide û deriyê ku gûman heya tiştekî bi dest naxe jê, lê dibe. Hemû deriyên dewletên, bihêz û bi bandor li Erdoxan hate girtin û îro jî deriyên dewletên Ereb ên Efrîqiya mîna Sûdan, çad û Tûnisê bê hêvî dide.

Fexrî HEBO

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*