Sakîne temsîla şoreşgeriya jinê dikir

0
35

Yek ji damezrînerên PKK’ê û hevrêyê Sakîne Canziz Muzaffer Ayata diyar kir ku dewleta Tirk bi zanebûn Sakîne kir hedef û wiha got, “Ji ber ku Sakînê temsîla şoreşgeriya jinê ya li Kurdistanê dikir, bû hedefa dewleta Tirk. Ev cînayeta li paytexteke Ewropayê li Parîsê, kuştineke ji rêzê nîne. Bi vê komkujiyê re hewl hate dayin tol ji şoreşgeriya jinên Kurd bê hilanîn.”

Yek ji damezrînerên PKK’ê Mûzaffer Ayata got, “Sakîne navê şoreşgeriyeke yekpare bû.”
Mûzaffer Ayata ku hevrêyê Sakîne Cansiz ê li zindana Amedê ye, qala kesayetî û têkoşîna wê kir.
Ayata da xuyakirin ku Sakîne Cansiz di nava şoreşgeriya jinên Kurd û şoreşgeriya jinên cîhanê de xwedî cihekî cuda ye û got, “Dema ku mirov qala hevala Sakîne bike, têrê nake ku tenê mirov sekna wê ya li nava têkoşînê û taybetmendiyên wê yên ji aliyê civakê û hevrêyên wê ve hatine dîtin vebêjin. Ew kesayeteke yekpare bû, nîşaneya van hemûyan bû.”
Ayata diyar kir, kesayetên pêşeng ên dîrokî, çîroka jiyana ku ya ji rêzê qebûl nake, di şexsê Sakîne de dihate dîtin û got, “Çawa difikirî, ji çi bawer dikir bi wî rengî dijiya. Cewhera wê, gotina wê, pratîk û nêrîna wê ji hev nakok nebû. Taybetmendiya wê ya herî bingehîn ew bû ku weke kesayeteke dîrokî di nava zor û zehmetiyên têkoşînê de timî li ser lingan ma.”
Ayata bi bîr xist ku li Sakîne Cansiz li zindana Amedê bi sekna xwe ya li dijî xiyanetê û bi tifa ku li rûyê dijmin kir, bû efsane û destnîşan kir ku taybetmendiya ‘sekna cuda’ yek ji taybetmendiyên bingehîn ên Cansiz bû. Ayata wiha dewam kir: “Belê gelek zehmetî kişand, lê belê serê wê timî bilind bû. Ti zor û zehmetiyan ew dudil nekir. Timî bi çavê ku divê ji holê bê rakirin li zehmetiyan dinerî û ji bo vê têdikoşiya. Ti carî bi tiştekî nebaş re li hev nekir.”

RÊ LI BER
AZADIYÊ VEKIR

Di dewama axaftina xwe de Ayata anî ziman ku Sakîne Cansiz temsîla nasnameya jinê ye û got, nifşê piştre bê divê xeta wê ji xwe re esas bigirin. Ayata wiha dewam kir: “Niha pêşî li şoreşê vebû, bi hezaran jin li nava refên azadiyê ne. Salên 1970, 80, 90’î rewş bi vî rengî nebû. Sakîne rêyek vekir; rêyek ji wateya azadiyê ya ji bo jinan. Bend danî ber xiyanetê û rê li ber azadiyê vekir.”

NAVÊ
ŞOREŞGERIYÊ BÛ

Mûzaffer Ayata diyar kir ku ji bo guhertina çarenûsa gelekî di bin zordariya qirkirin û mêtingeriyê de bû, Sakîne navê şoreşgeriyê bû û da zanîn ku dewleta Tirk bi zanebûn ew kiriye hedef.
Ayata diyar kir ku Sakîne ti carî ji rêzê nêzî dost û dijminan nebû û got, “Ji xwe ji ber ku ev karaktera wê baş dihate zanîn, û temsîla şoreşgeriya jinê ya li Kurdistanê dikir, bû hedefa dewleta Tirk. Ev cînayeta li paytexteke Ewropayê li Parîsê, kuştineke ji rêzê nîne. Bi vê komkujiyê re hewl hate dayin tol ji şoreşgeriya jinên Kurd bê hilanîn.”..ANF

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*