Hesab pirsîn

0
16

Komkujî sucê mirovahiyê ne, Kurdan jî heta îro komkujî bi stranan vegotine. Îro di dewsa stranan de wêje heye, lê wêjeya Kurdî di strana cengawerî û tolhildanê de qels dimîne. Di serdema AKP’ê û Erdogan de, gelek komkujî hatin kirin. Bajar li erdê yeksan kirin, komkujiyên Hîtlerwarî kirin. Ji komkujiya Parîsê heta bi ya Surucê, ji ya Amedê heta bi ya Cizîr û Şirnexê, ji ya Xerza heta bi ya Roboskê û hwd. komkujî kirin.
Dîroka Îttîhadî û Komara Tirk, teva komkujî ne, îro jî ev komkujî dewam dikin.
Balkêş e, Kurdan ji hesab pirsînê bêhtir stranên dilojarê gotine. Tenê Haraketa Azadiya Kurd hesab pirsî ye. Di sala 2017an de jî, gerillayên HPGê, bi hamleyên şoreşgerî hesab pirsîn; Artêşa Tirk di bejahiyê de têk birin, lewma şer bi hêzên hewayî dimeşînin. Duyemîn, di operasyona li navçeya Dûkan ya Silêmaniyê, hêzên HPG, bi “Operasyona şoreşgerî ya tola Şehîd Sakîne Cansiz” darbeyek stratejîk ya dîrokî li dewleta Tirk xistin. Rêveberên payabilind yên MÎTa Tirk girtin.
Haraketa Azadiya Kurd, ji destpêkê û heta îro hesabê komkujiyan dipirse, gotina, gelê Kurd, ji gora betonî hate derxistin, belaş nayê gotin.
Li gorî mikurhatina midurên MÎTa Tirk, Erdogan ferman daye, Hakan Fîdan jî komkujiya Parîsê kiriye pratîkê. Ya qirêj û hetîkberî, hewlesta Erdogan û rayedarên Tirk ya li ser maseya çareseriyê ye. Wek her demê, bûne xencera her dû aliyên wê tuj; di dema hevdîtinên çareseriyê de, planê bêbext û namerd kirin pratîkê.
Bi pêkanîna vê komkujiyê xwestin mesajên balkêş bidin Rêber Apo, bidin Gelê Kurd, Haraketa Azadiya Kurd û HDPê. Lewma, sembolek ji ya damezrandina PKKê, sembolek ji ya berxwedana Zîndana Amedê û ya artêşbûna jinê Sakîne Cansiz bijartin. Komkujiya namerdî û bêbext ya Parîsê teqîna volqanî bû. Lê bi saya Haraketa Azadiya Kurd û vegotina Birêz Ocalan nebû volqana Vezû (Monte Wesuvia). Şandeya dewletê, di hevdîtinan de herî zêde xala bêçekbûna gerila derdixistin pêş; lê Birêz Ocalan, di her dikirandinê de, daxwaz red dikir, parastina gel û destketiyên gel esas digirt. Dixwest HPGê li Kurdistanê wek hêza mayinde bide qebûl kirin.
Girtina midurên MÎTê, darbeyek stratejîk bû. Ev ruhê nû yê gelê Kurd e û di PKKê de bi can û gewde bûye, hesab dipirsê. Her hesab pirsîn, di utopya gelê Kurd de, dibê xasbaxçeyekî nû yê hêviyan û kûlîlkan vedike.
Lê em dibînin ku di eniya wêjeya Kurd de biharê dest pê nekiriye; xasbaxçeyê nû çênebûye, gûlbijêrkan jî venekiriye; şoreş bi xwîna nemiran çêdibe, bi wêje li ser piyan dimîne, dibe utopya paşerojan. Divê wêje Kurd, nemiran yek bi yek bike peykerên ezmanî, da ku stêrik li dora wan dîlanê bigirin.

VILLE LUMÎÊRE
Di rojeke Parîsê de, yanî li Ville Lumîêre / Yanî li bajarê ronahiyê
Roj li nîvro / Kolan spî, ezman spî, mirov spî, gotin spî
Di kemîna bêbextiyê de helbest spî, evîn spî, mirin spî, kefen spî

Bi stranek bextreş / Bi tofanek waweylê / Di hunandina romanek drametîk de hatim kuştin

Di vê roja spî de, di bedena çîrokekê de / Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez
Di bextekî reş de, di dîwana Parîsê de / Di rûmeta Fransiyan de hatin kuştin
Ew roj helbestek bû û ber bi detanakî ve dirêj dibû / Ne romannivîsên Fransî dikarin binivisin
Ne Parîsî dikarin vê çîrokê bixwînin / Ev trajedî di bedena Parîs de, kuştina Fransa bû
(3 GUL, weşanxaneya do)

Medeni FERHO

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*