Komkujî nikarin tekoşînê rawestînin

0
34

Di 9’ê Çile sala 2013’an de hersê jinên tekoşer Sakîne Cansiz, Leyal û Fîdan ji aliyê Mîtê’ê dewleta Tirk ve li Parîsê hatin kuştin. Derbarê mijarê de Jinên Kantona Qamişlo diyar kirin ku armanca wan ji vê komkujiyê ku deng û tekoşîna jinê rawestînin. Lê em wekî jinên Bakurê Sûriyê kuştina her sê têkoşerên jin wek bê bextiya sedsalê bi nav dikin.”

Bİ KOMKUJİYAN
NİKARİN ME Jİ
QADAN DUR BİXİN

Hevseroka Partiya Guhertina Dîmokratî Kukrdistan Mizgîn Zêdan diyar kir ku ev komkujî ne tenê her sê jinên tekoşer hedefgirt, îradeya hemû jinên azad hedef digre. Mizgîn wiha domand: “Em wek jinên Bakurê Sûriyê emê li himberî vê komkujiya ku hemû jinên azad hedefdigre bê deng nemînin. Ji ber bi vê komkujiyê xwestin jinan ji qada siyasî, civakî û .alakiyan dur bixin û dengê wan rawestînin.”
Hevseroka Partiya Guhertina Dîmokratî Kukrdistan Mizgîn di dawî de got: “Em jinên Bakurê Sûriyê û tevahiya cîhanê, li himberî van komkjiya bêbext asta tekoşîna xwe bilind tir bikin.”

BERPİRSÊN KOMKUJİYÊ BÊNE DARZANDİN

Rêveberiya Kongra Star a Kantona Qamişlo Henîfa Mihemed anî ziman ku ev 5’salvegera komkujiya Parîsê ya ku MÎT’ê dewleta Tirk komkujî pêk anîbû, Lê kujerên komkujiyê nehatine darzandin, hikumeta Parîsê bi AKP’ê re hevkare.”
Henîfa wiha pêde çû: “Bi armanca şermezar kirina vê komkujiyê em wek Kongreya Star beriya heftiyekê ser asta Herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê ji hemû sazî û dezgehên jin en siyasî, civakî û leşkerî re rêze civîn, semîner û sinevisyonên ser her sê jinên tekoşerên azadiyê Sakîne, Leyla û fîdan lidarxistin.”
Rêveberiya Kongra Star a Kantona Qamişlo Henîfa Mihemed di dawî de bîrxist ku di 9’ê Çile de wê li herdu Kantonên Herêma Cizîrê du meşên girseyî di şexsê her sê tekoşeran de wê hemû jinên tekoçer bêne bi bîrxistin. Û em bang li gel, hiqûqnas, rêxistinên jinan û hêzên şoreşger dikin ku AKP, Erdogan û MÎT di serî de hemû hêzên ku ji komkujiyê berpirsyar in, werin darizandin.”

EMÊ Lİ HİMBERÎ KOMKUJİYÊ BÊ DENG NEMÎNİN

Emê Endama Rêveberiya Jınên Ciwan Şîlan Reşo: “Ev komkujiya Parîsê bi tundî şermezar dikin. Û Şîlan diyar kir ku armanca wan ji vê komkujiyê tekoşîna jinan bişkînin, lê emê li hemberî van êrîş û polîtîkeyên qirêj bê deng nemînin û asta têkoşîna xwe geştir bikin.”
Endama Rêveberiya Xwendekaran Lana Reşîd jî wiha got: “Ev hersê jinên tekoşer bingeha berxwedaniya jinên Bakurê Sûriyê yê ne. Û wiha doman de: “Bi şehîd xistina hersê rêhevalan, her wiha her sê jinên ji Bakurê kurdistanê Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar de ev komkujiya li hemberî hemû jinên cîhanê tê kirin. Em wek jinên Ciwan soz didin hemû jiên tekoşer ku em her ser şopa wan bin.”

Melek DEMÎRTAŞ

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*