Em dema Sara’bûyînê de ne

0
46

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê bi boneya salvegera 5`emîn a komkujiya Parîsê daxuyaniyeke nivîskî weşand. YPJ’ê di daxuyaniyê de wiha got, “Pêwîste werê zanîn ku wê hesap ji berpirsyarên vê komkujiyê werê pirsîn. Em di dema Sara’buyînê de ne. Bi deh hezaran Sara îro ji bo ku jiyana azad biafirînin di şopa Sara de tekoşîn dikin.”

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê her sê têkoşerên jin Sakîne, Fîdan û Leyla bi bîr anî û got, Tekoşîna Sara di şexsê jinên Kur de wê bibe misogeriya şoreşa hemû jinan û mirovahiyê. Em weke jin di merheleyekî dema Sara’bûyînê de dijîn.ʺ
Fermandariya Giştî ya YPJ`ê bi boneya salvegera 5`emîn a qetilkirina Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YPJ`ê hatiye weşandin wiha ye, “Di şexsê jina serhildêr, tekoşînvan, şerker, berxwedêr heval Sara û herdu rêhevalên ku pêre di encama komployekê de bi awayekî hovane hatine şehîdxistin de tevahî şehîdên ku di tekoşîna şoreşa mirovahiyê û Kurdistanê de xwe gîhandine mertebeya nîrvana yê bibîr tînin. Em soza xwe ya bilindkirina tekoşîna ji bo hemû jinan didin, nû dikin. Em dibêjin tekoşîna Sara wê di şexsê jinên kurd de bibe misogeriya şoreşa hemû jinan û mirovahiyê.”
Em weke jin di merheleyekî dema Sara’bûyînê de dijîn. Êrîşekî dijwar di serî de li ser Rojava û her çarperçeyên Kurdistanê eleqeder dike heye. Sekna heval Sara ya li hemberî teslîmyetê berxwedan, li hemberî êrîşan tekoşîn, li hemberî kuştina jinan afirandina jina azad, li hemberî paşverûtî û pîvanên feodal şerkirin fêrî me jinên Kurd kir. Heval Sara bi biryardariya xwe, bi baweriya xwe, bi hezkirina xwe, bi rê û resma heqîqeta jina azad bû çavkaniya tevgera azadiya jinên Kurdistanê. Bi deh hezaran Sara îro di şopa Sara de tekoşîn dikin da ku jiyana azad biafirînin.
Li her çar perçên Kurdistanê mîras, çand, tekoşîn û berxewedana heval Sara ya ku xwe pêre rêsandibû bi xwe re rêxistin, artêşbûn, îdeolojî û felsefa jiyaneke nû ava kir. Pêwîste werê zanîn ku wê hesap ji kujerên vê komkujî lidarxistine werê pirsîn. Hêvî û baweriya heval sara dijiya ew bû ku hemû jin azad bibin, em car din soz didin ku em ê bibin ferdên pêkanîna van hêviyan.
Em dibêjin ku wê jin bi tekoşîna xwe hesap ji kujer û komkujiyên wisa bipirse û carekî din em soza xwe ya domandina rêya wan didin.ʺ

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*