Di cikava dîrokî de girîngiya hêza hunerê ya gerdûnî -3-

0
38

Têgîna hunerê, di rastiya civaka dîrokî de û di jiyana wê ya çandî de heqîqeta xwe îfade kirinê dide nîşandan. weke têgînek civakî gor pêvajoyên dem kurtî û dem dirêjî erk û berpirsiyartiyê xweyên girîng hene. Lê têgîna ku di berê de di wate û rastbûna xwe de diherikiya di roja me de bi ferasetên serwer, rastî astengî, zorî û feraseta îndustriyalîst ya bazirganên nirxfiroş tê. Çawa di berê de huner weke rêbaza rêya rast dihate dîtin , îro jî li gelek gund, êl û niştecihên kominî de huner, weke rêbaza rêya rast li ser esasê bi watekirina civakê tê bikar anîn. Huner ji civakê nikare were qut kirin. ji ber dema ji civakê were qut kirin weke ku di roja me de jî bi eyanî tê jiyan kirin û dîtin dibe dijber civak ê. Ango bi feraseta çanda populîzmê tê bi rêk û pêk kirin, dibe rojane hesabê bazirganiya modernîteya kapîtalîst. Ji xwe hemû çalekî li ser hesabê vê ferasetê dimeşe. Feraseta ku dibêje huner ji bo hunerê tê kirin jî li ser hesabê mêjiyê dijber civakê ango serdestiya pergala modernîteya kapitalîst e. Di vêderê de armanç têgînên civakî ji civakê qut kirin û weke hinik peyvên ji rêzê dana diyar kirin e. Weke ku em di îro de bi awayek eşkere dibînin hinik têgînên ku civak xwe bi saya wan li ser linga girtiye, ji hêla feraseta serdestiya modernîta kapîtalîs û çalekgerê wê dewleta netewe ve weke têgînên vala û ji rêzê têne nîşan kirin. Ango tiştên rast yên ku civak pê radibe weke tiştên neyênî û ji rêzê, tiştên ku civak pê xira dibe û dibe dîlgirtiyê pergala serwer jî weke têgîn û peyvên rastin dixwazin bidine xuya kirin. Li hember vê, kes û girseyên ku ketine bin esareta vê şaşitiyê weke ku rast be, pêve hatine girêdan û weke ku ya wan jî be xwedî lê derdikevin û jêre dibêjin moderin bûn. Ji xwe, ji ezbeta xwe, ji netew, civak û erdnîgariya qut huner kirin çawa dibe huner ? Hunermend, hêza afirîneriyê û çêkirinêye hêz û îlhama xwe ji civakbûnê digre. Bêguman huner û civak du wateyên ku bihevre dikarin bibin û bêhevdû nikarin bibin. Di vê watê de, di civaka dîrokî de huner hêza civakbûna gerdûnî îfade dike. Ango heqîqeta rabihuriya civaka dîrokî pênase dike. Têgîn yan jî wateya ku civaka dîrokî xwe pê li ser linga girtiye û dîroka xwe ya dûr û dirêj pê heya roja me ya îro aniye çawa dibe ku ewqas ji wate dikeve ? Kesên ku ji xwe re dibêjin em hunermendin divê despêkê vê mijarê gotûbêj bikin. Nexwe berhemên ku derbikevin wê hertim xizmeta çanda populer bikin. Çawa ku huner, ji despêkê ve xiyanetê li civaka ku jê hatiye nekir û heya roja me ya iro dîroka çanda civakî nivîsand, hunermend jî divê xiyanetê li hunerê nekin û nekin metaya ku liser hesabên bazirganiya moderniteya kapîtalîst tê kirin. Ango xwedî li hunerê derketin xwedî li rastiya dîroka xwe derketin e. Eger wisa be mirov dikare xwedî li jiyanê derbikeve. Bi his, bi wate û bi armanc jiyan kirin şêwaza hebûna hunerê ye. Ji lewre huner, xisleta ku hertim di civakê de rola şoreşê leyîsti ye.

Zanyar ZENDA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*