Têkiliyên Çand û Huner ê çine

0
9

Bi qasî ku Çand û Huner bi hev ve girêdayîne ferq û cîwaziya wan çiye, yan jî di çi de hîn zêdetir hev temam dikin û di kîjan aliyan de rengê wan ji hev cûda dibin.. Dema em Çandê pênase dikin têgehên weke afrandin, hilberîn, ziman, nasname.. derdikevin pêşberî me, di heman demê de di pênasekirina Huner ê de jî di gelek cihan de em rastî van têgînan tên, wê demê emê çawa Çand û Hunerê ji hêla pênasekirinê ve ji hev cûda bikin û veqetînin, û heger em vê yekê bikin gelo wê pirsgirêk derkevin yan na . gelek caran em Çandê bi tena serê xwe û Huner bi serê xwe pênase dikin, di van pênaseyan de jî em her yekê bi hilberîn û afrandinê ve didin nasîn, wê çaxê em derketina Hunerê jî bi destpêka Çandê ve girêdidin, naxwe çi hewceyî cûdakirin û veqetînê heye? Pirseke bi vî rengî jî derdikeve pêşberî me; gelo afrandinên Hunerê dibin yên civakê bi giştî yan xîtabê hin kesan, koman û beşekî ji civakê dikin, tişta ji hêla Çandê ve hatiye afrandin ew Huner bi xwe ye yan jî Huner çi bi afrîne ew Çande, gelo emê tiştekî bi vî rengî bînin ser ziman yan emê pênaseyeke din bikin û bibêjin; ji hev veqetandin nêzîkatiyên şaşin û yên şaristaniya kapîtalistin .
Di civakbûyînê de avakirin bêgoman li ser hêmanên Çandbûyînê çêdibe, wê çaxê Çand çiye; bi kurtahî hemû nirxên madî û manewî hemû tiştên ku tên dîtin û şênberin û tiştên nayin dîtin, li derdorê van tiştan û li gorî pêdiviyên civakê Çand tê avakirin, yan jî hemû tiştên (madî û manewî) ku ji hêla civakbûyînê ve ji hêla mirovan ve tên xuliqandin û bipêşxistin û jiyan û avakirina mirovan didin nîşandan ew Çand e. Wê demê ew Çand çawa xwe îfadekiriye, çawa heya roja îro xwe teyisandiye û hatiye, çawa di jiyanê de di hêla hîzkirin, fikrandin û tevgerê de pratîk bûye û derketiye holê, û herî dawî çawa xwe mayîndekiriye. Herî kêm tê zanîn ku Çand bi rêka hunerê xwe gihandiye roja îro, lê Huner çiye; wekî peyv gotina Huner ji hûnandina xweşik hatiye hemû nirxên civakê yên Çandî madî û manewî şênber kiriye, bipêşxistiye, jiyanî û birêk û pêk kiriye, ew jî tê wateya ku Huner zimanê civakê yê yekemîn xwe îfadekirinê ye, ji ber ku civak bi sembolan, bi liv û tevgeran, bi neqşên ser şkeftan, piştre hêdî hêdî bi govendan, bi mûzîk û stranan, bi destanan.. xwe gihandiye roja îro, mîna Gilgamêş raste destaneke lê di heman demê de Hunereke, ji ber ku di hûnandina zimanê naveroka wê de Hunerekî nivîskî heye. Ji bilî vê ew amûrên ku mirov afirandiye, bi kar anîye û teyisîna ku di mejiyê xwe de dîtiye resim kiriye, bûyerên ku rû bi rû bi xwezayê re maye teqlîd kiriye, bi lêv kiriye, mayîndekiriye.. hiştiye ku bibin nasname û hebûna civakê, ev çalakî tev jî karên Hunerî ne. Di encamê de tişta derdikeve pêşberî me tê teqezkirin ku; Civakbûyîn Çandbûyîne û Çandbûyîn Hunerbûyîne, Çand berhemên ku terzê jiyana mirovan diyar dike û Huner jî zimanê wan berheman ne, têkiliyekî pir xurt ku Çand û Huner hev mayînde dikin û bipêşdixin derdikeve holê, ji lewra tucarî ji hev nayin veqetandin û cûdakirin .

Ednan ÎBRAHÎM

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*